′Dê veger piştî rizgarkirina Efrînê be′

Koçberên jin ên ji Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hişyarî li ser siysetên ENKS′ê û PDK′ê li Efrîna dagirkirî da û ew bi ′xapandinê′ wesif kir û got dê veger piştî rizgarkirina Efrînê be.

′Dê veger piştî rizgarkirina Efrînê be′
27 tebax, 2023   02:38
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Siyasetên xapandinê yên ENKS′ê ku bi desteka PDK′ê û hevkariya MÎT′a Tirk  dimeşîne û bi armanca rewakirina dagirkirina Efrînê, ji aliyê koçberên efrînî ve bi temamî hatin redkirin.

Her sê aliyên navborî propagandaya vegera li Efrîna dagirkirî dikin û wê weke herêmeke "ewle" destnîşan dikin ku dagirkerî û çeteyên wê baş nîşan didin, tevî ku sûcên xwe li dijî kesên bi derewên wan hatin xapandin, zêde kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyan direvînin, baç li wan ferz dikin û piştî ku wan neçar dikin belgeyên milkiyetê îmze bikin mal û milkên wan desteser dikin û wan careke din ji Efrînê koçber dikin, da ku siyasetên xwe yên guhartina demografiyê bidomînin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nêzî 100 hezar koçerên Efrînê hene. Meclisa Giştî ya her du taxan bi rêya civînên ji welatiyan re li dar dixe, ku di 19′ê Tebaxê de dest pê kirine, siyasetên dijmin aşkera dike.

Koçberên ku tev li van civînan bûne, ji ajansa me re axivîn û nêrînên xwe parve kirin.

XAPANDINA WELATIYAN

Koçbera bi navê Esmehan Bîlal rewakirina dagirkeriya Tirk ji Efrînê re ji hêla qaşo ENKS′ê bi "xapandinê" bi nav kir û bang li welatiyan kir ew nakeve xizmetî welatiyan.

Esmehan hişyarî li ser bawerkirina propagandaya ENKS′ê kir û wiha got: "Ew propaganda ne rast in. Sûc li Efrînê dewam dikin; revandin, dizîn, talankirin û desteserkirina mal û milkan û tecawîzkirin. Wê demê ewlehiya ku ENKS′ê îdia dike li ku ye. Tu girîngiyeke biçûk jî nade binpêkirinên li dijî welatiyên ku vedigerin. Hemû berpirsên sûcên li dijî welatiyan in."

Têkildarî armancên ENKS′ê û piştgirê wê PDK′ê ji rewakirina dagirkeriya Tirk ji Efrînê re Esmehan wiha domand: "Armanca wan, piştî pêkanîna siyasetên kirêt li dijî welatiyan û guhartina demografiya Efrînê, bajêr ji reng û dengê wê dûr bixe û herêmê vala bikin."

′DÊ VEGER PIŞTÎ RİZGARKİRİNÊ′

Koçbera bi navê Emîne Mehmûd Xelîl li ser mijarê wiha got: "Bi gotina ewlehî li Efrînê heye me dixapînin û em rojane sûcên ku aşkera dibin, dibînin. Ev jî ji bilî sûcên veşartî; ji revandin, qetilkirin û talanî."

Emîne wiha domand: "Tu kes cesaret nake serê xwe di bajarê xwe de rake û jiyana xwe ya rojane bi azad pêk bîne. Mirov nikare ji mala xwe derkeve. Tevî van sûcan jî banga vegerê dikin."

Emîne wiha pê de çû: "Ji ber bawerkirina welatiyan ji şanoya ENKS′ê û PDK′ê re û vedigerin Efrînê, li pêşberî wan encamên nebaş hene. Ew tevahî binpêkirinan li dijî me pêk tînin. Em tenê diêşin û di destê me de tu çare jî ti ne. Divê em nekevin xekfa planan û em vegera li Efrînê heta rizgarkirina wê ji dagirker, çete û alîgirên wan red bikin."

Emîne anî ziman ku ew ê piştî dagirker û çete ji Efrînê bê derxistin, vegere û wiha dawî li gotina xwe anî: "Vegera li Efrînê nêz e. Em ê bi serbilindî vegerin, ji ber ku Efrîn a me ye û nabe yên din."

(fr/şx)

ANHA