‘Ramanên Rêber Apo hêvî ne’

Nûredîn Şakir ku birayê şehîdekî HPG'yê ye, 3 caran hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiriye. Şakir got ramanên Rêber Ocalan hêvî ne û ji bo tevahî gelên bindest rêya xelasiyê ne.

‘Ramanên Rêber Apo hêvî ne’
27 tebax, 2023   00:36
QAMIŞLO - EBAS XELEF

Endamê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Cizîrê Nûredîn Şakir di sala 1959`an de ji gundê Dêrûna Qulinga yê navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye. Şakir di sala 1983`yan de dema li Şamê dixwend bi rêya birayê xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye. Birayê wî yê bi navê Mihyedîn Şakir (Rêşan) tev li refên gerîla bû û di sala 1994’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Nûredîn Şakir bi xwendina pirtûka ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetê’ fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bêtir nas dike û got: “Dema ku min ev pirtûka Rêbertî xwend min dît fikr û felsefeyeke nû ye.”

Nûredîn Şakir wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan fikrekî nû li ser esasê neteweyî û şoreşgerî belav kir. Di dîrokê de li dijî Kurdan zilm û bindestî hatibû kirin, li hemberî zilmê jî 28 serhildanên Kurdan rabûn, lê ev serhildan zeîf bûn. Dema ku gelê Kurd fikrê Rêber Ocalan xwendin wekî hêviya rizgariyê dît, ji ber vê yekê xwedî lê Tevgera Rizgariya Kurdistanê derketin û deriyê xwe jê re vekirin."

Şakir bi boneyên salvegerên 15'ê Tebaxê û avabûna PKK'ê di salên 1991, 1992 û 1993'yan li Lubnan û Şamê hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kirine. Şakir têkildarî dîtina Rêber Abdullah Ocalan got: “Dîtina Rêbertî ji bo min meraq bû. Ez pir şanaz im ku min Rêbertî 3 caran dît. Rêbertî wê demê ji me re girîngiya Pêngava 15`ê Tebaxê û astengiyên di salên destpêkê de vegotin.”

Şakir hin parvekirinên Rêber Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên de kiribûn û bi bîr anîn û got Rêber Ocalan digot “Hêvî û baweriya xwe bi tu dewletên cîhanê neyênin, bila hêviya we bi hêza we û welatê we be. Gerîla zarokên we ne, şoreşgerên we ne ku ji nava civakekê tên. Belkî gunehê we jî di perwerdekirina wan de hebe, lê em gelek zehmetî li pêşiya me hene. Zarokên xwe li ser hezkirina welat û hestên Kurdewariyê perwerde bikin.”

Şakir di dewama axaftinên xwe de got: “Di wê civînê de me pirsên di serê xwe de ji Rêbertî kir. Welatiyekî ji Rêbertî pirsî, serokê min hûn çawa dikarin vî welatî û vê şoreşê birêve dibin. Rêbertî ev bersiv da; li cem min ne zehmet e wek ku tu çawa malbta xwe birêve dibî  ez jî  bi fikr û felsefeya xwe welat bi rê ve dibim.”

Şakir bal kişand ser Komploya Navneteweyî jî û wiha pê de çû: “Ji ber planên qirêj ên dewletên komploger Rêbertî ji Sûriyeyê derket. Her kesî digot Rêbertî ketiye zindanê. Lê Rêbertî bi fikr û felsefeya xwe pêşî planên komplogeran girt. Rêber Ocalan dibêje, 'Ger ez hebim, ez nebim wê ev şoreş bi ser keve.' Şoreşa xwe dispêre fikr û îdeolojiya Rêber Ocalan dê bighêje armanca xwe. Dewletên komaploger ji ramanê Rêber Ocalan ditirsin, lewra komployek navneteweyî li ser wî pêk anî.”

Şakir diyar kir ku şoreşa Rojava û destkeftiyên wê bi berdêlên giran ên 12 hezar şehîdan hatin bidestxistin. Şakir gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên “Li şehîdên xwe xwedî derkevin, ji bîrkirina şehîdan îxanete herî mezin e” bi bîr xistin.

Nûredîn Şakir di dawiya axaftinê xwe de got: “Bi girtina Rêber Ocalan dixwazin rojekê berî rojekê gelê Kurd qir bikin. Lê şoreşa bi hezaran şehîdan, ne pêkan e were sekinandin. Soza me bi Rêberê me û bi şehîdên me re em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe li pey vî fikrî bin.”

(bb)

ANHA