​​​​​​​Karmendên Jin TV: Tirkiye armanc dike sûcên xwe veşêre

Nûçegihanên Jin TV destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina rojnamegeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike ku rastiyê bêdeng bike û sûcên ku li dijî xelkê herêmê pêk tîne, veşêre.

​​​​​​​Karmendên Jin TV: Tirkiye armanc dike sûcên xwe veşêre
27 tebax, 2023   03:49
QAMIŞLO

Têkildarî êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke rojnamevanên JIn TV ku di encamê de karmendê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd birîndar bû, endamên rêveberiya kanala Jin TV ji ajansa me re armancên mîna van êrişan eşkere kirin.

Pêşkêşvana Jin TV, Semye El Kurdî sersaxî ji malbata şehîd Necmedîn Feysel re xwest û hêvî kir ku rewşa hevala wan Delîla Egîd baş bibe.

Semye êrişa li dijî karmendên kanalê, bi “tirsonak” navand û got: “Ev êriş, berovajî armanca wê, vîn û îradeya me xurttir kir. Ji bo ku em bi hêzeke mezintir têkoşîna xwe berdewam bikin û dengê jinan û rastiyê raghînin cîhanê.”

` JI BO KU SÛCÊN XWE VEŞÊRE ROJNAMEGERIYÊ HEDEF DIGIRE `

Semye wiha domand: “Li gorî qanûn û lihevkirinên navneteweyî, nabe bi tu awayî ragihandin bê hedefgirtin. Lê dewleta Tirk a dagirker, bi armanca ku sûcên xwe û terora xwe yên li dijî mirovahiyê veşêre, ragihandinê dike hedef.”

Semye anî ziman ku êrişa li ser karmendên kanala wan, rastiya dewleta Tirk a dagirker aşkera dike ku dixwaze destkeftiyên jinan têk bibe ji ber ku ji hêza wê ditirse.

Madeya 79 a protokola zêde ya lihevkirina Cinevê ya sala 1949`an a têkildarî parastina sivîlan di aloziyên leşkerî de, dibêje; divê rêz ji rojnamevanên sivîl re yên ku erkên xwe li herêmên aloziya çekdarî pêk tînin, were girtin û wek sivîlan danûstandin bi wan re were kirin. Divê ji tevahî êrişan bên parastina, bi şerta ku kiryarên li dijî rewşa xwe ya sivîl nekin.

Pêşkêşvana kanala Jin TV`iyê destnîşan kir ku Tirkiye li ser asta cîhanê bi hedefgirtina rojnaemvanan tê naskirin çi li Tirkiyeyê yan jî li derveyî wê û got: “Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û heta îro, dewleta Tirk a dagirker rojnamevanan hedef digire. Ev ne cara yekemîn e, ku karmendên ragihandinê dike hedef.”

BIREXISTINKIRINA JINAN LI SER PERGALA BAVIKSALARI GEF E

Semye diyar kir ku tevahî êrişên pergalên baviksalarî yên li dijî jinan, xwedî heman armanc e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Pergalên dewletîbûnê û kapîtelîstiyê, armanc dikin ku bi rêya pêkanîna sûcên herî hovane li dijî pêşeng û rojnamevanan, hebûna xwe biparêzin. Ev îsbat dike çiqas ji jinan, hêz û vîna wan ditirsin. Bi taybet jina birêxistinkirî ku hewl dide hêviyên xwe yên azadiyê û aştiyê û demokrasiyê pêk bîne, dengê xwe ragihîne cîhanê. Ev pergal, jina birêxistinkirî li ser desthilata xwe xetere dibînin.”

HEDEFGIRTINA PROJEYA DEMOKRATÎK

Endama Rêveberiya Jin TV,  Semye Husnî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî projeya demokratîk, bi hedefgirtina domdar a jinan û destkeftiyên şoreşê, didomîne.

Semye Husnî diyar kir ku hedefgirtina karmendên JIn TV ji bo bêdengkirina rastiyê û her kesê ku hewl dide sûcên dewleta Tirk a dagirker aşkera bikin.

Semye Husnî wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bi rêya êrişên xwe xelkê herêmê bitirsîne û herêmê vala bike. Dewleta Tirk hin herêmên Sûriyeyê dagir kirine, dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe, ji bo ku dagir bike. Her wiha dixwaze binesaziya civakî ya herêmê biguher û vîna xelkê bişikîne.”

Her du endamên Jin TV gotin civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagirker in. Her wiha bang li saziyên mirovî û hiqûqî kir ku nebin şirîkên dagirkeriya Tirk a ku gelê banga azadiyê dike, dikuje,

Her du karmendan di dawiyê de soz dank u têkoşînê mezin bikin ji bo ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê aşkera bikin.

(şx)

ANHA