Panorama hefteyê: Şam ji berfirehbûna protestoyan bi fikar e

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa van mijaran hatin kirin; xwepêşandanên gel ên li Siwêdayê bi desteka serokatiya ruhê fireh dibin û ew jî hikumeta Şamê metirsîndar dike, li aliyekî din jî dewleta Tirk li ser yekkirina rêvebirina herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê dixebite û di serdana Hakan Fîdan de Bexda hate şantajkirin.

Panorama hefteyê: Şam ji berfirehbûna protestoyan bi fikar e
26 tebax, 2023   23:36

′XWEPÊŞANDANÊN GEL FIREH DIBIN′

Rojnameyên erebî behsa xwepêşandanên li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê kir. Bi wê re rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de destnîşan kir ku xwepêşandanên gel fireh dibin û metirsiya hikumeta Şamê zêde dikin. Ew yek de îşaretê pê dike ku xwepêşandan dewam bikin û pişgirtiya serokatiya ruhê ya mezbehî ya dirziyan a bi nûnertiya şêx Hikmet El Hecrî tê kirin. Şêx Hikmet El Hecrî bang li welatiyan sûriyeyî kir ku tev li xwepêşandanan bin da ku guhartin û edaletê pêk bînin û ji mafên xwepêşandêran e bi rumet bijîn.

′ARMANCA DEWLETA TIRK JI YEKKIRINA RÊVEBIRINA HERÊMÊN SÛRIYEYÊ YÊN DAGIRKIRÎ′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê cih da armancên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û ev armanc wiha rêz kirin; hewldanên yekkirina rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ku ev herêm bibe xwedî hebûneke aborî û sûdê ji alîkariyên derve wergirin. Bi wê yekê dewleta Tirk ji barên aborî xelas dibe.

Her wiha dewleta Tirk hêvî dike dê ev gav wan herêman ji Cezayên Qeyser dûr bixe û gelek penaberên sûriyeyî lê bi cih bike. Li kêleka wê jî dê ev gav bi xwe re rola ′îtîlafê′ û destwerdana navneteweyî ya bi rêya wê, qels bike.

‘DEWLETA TIRK CAREKE DIN HEWL DIDE BEXDAYÊ ŞANTAJ BIKE’

Rojnameya El Ereb behsa têkiliyên Iraq-Tirkiyeyê kir û wiha di nûçeya xwe de nivîsand: “Serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji Bexdayê re xwedî nîşaneyên balkêş e, nexasim ew serdan hemwextî serdana wezîrê petrolê yê Iraqê ji Enqereyê re pêk hat. Di wê serdanê de wezîrê Tirk ji hempîşeyê xwe yê Iraqê re axaftina neewlebûnê têkildarî ji nû ve hinardekirina petrola Herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Aliyên siyasî yên Iraqê da zanîn ku mijar bi aliyê Tirkiyeyê re der barê jinûve hinardekirina petrolê bi rêya Berava Ceyhanê bi rêk û pêk nameşe. Enqere hewl dide vê dosyayê

KUŞTINA SEROKÊ KOMA WAGNERÊ

Der barê kuştina serokê koma Wagnerê ya Rûsyayê de, Tora El Hura da zanîn ku piştî ragihandina kuştina serokê Wagnerê Yevgeny Prigozhin di rewşên nediyar de ya ji ber ketina balafira ku ew û hinên din tê de bûn, Kremlîn li hember pirsgirêkekê ye; nakokiya wê bi serokê milîsên Wagnerê yên li Sûriye, Lîbya, Ukrayna û parçeyên mezin ên li parzemîna Afrîkayê belav bûne.

Tora El Hura diyar kir ku li gel Moskovê planek heye ku li şûna Prigozhin kesekî ku bandora wî kêm, pirsgirêkan çêneke û Kremlînê mijûl neke, erkdar bike. Tê texmînkirin ku Moskov dê kesekî ji daîreya hundirîn a Pûtîn erkdar bike.