Şêniyên Amûdê cenazeyê şehîd Necmedîn Feysel oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Necmedîn Feysel li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeyê oxir kir.

26 tebax, 2023   18:35
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê cenazeyê karmendê Jin TV, Necmedîn Feysel li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir kir.

Karwanê cenazeyê şehîd ji pêşiya çerxerêya rêya Dirbêsiyê ber bi goristana şehîd ve kete rê.

Li goristanê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Amirî axivî û got: “Destkeftiyên gel, bi saya şehîdan hatin bidestxistin. Em dê têkoşîna şehîd Necmedîn temam bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd ji şehîd Hekî Kerar ve dest pê kir û heta şehîd Necmedîn berdewam e ku destkeftiyên 19`ê Tîrmehê parast.

Berxwedan soz da ku têkoşînê li ser şopa ramana Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê berdewam bikin.

Endama kanala Jin TV, Loristan Derwêş axivî û got şehîd Feysel tevî şert û mercên dijwar heta dawiyê xebat kir.

Loristan sersaxî da malbata şehîd û soz da ku têkoşîna şehîdan li hember hewldanên Tirkiyeyê, berdewam bike.

Kurapê şehîd, Pêşeroj Cewherî got şehîd Necmedîn di saziyeke sivîl a ragihandinekê de kar dikir lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker dema li ser kar bû, ew kir hedef û şehîd xist.

Pêşeroj Cewherî di dawiyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî peymanên navneteweyî binpê kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tevahî rêbazan gelê kurd ê têkoşer qir bike.”

Dûre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Hena Xalid wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Necmedîn Feysel li goristanê veşart.

Şehîd Necmedîn Feysel, sala 1977`an li gundê Cewheriye yê navçeya Amûdê ji dayîk bûye. Di 23`yê Tebaxê de di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî erebeya ku tevî rojnamevan Delîla Egîd siwar bûbû, şehîd bû. Her wiha Delîla Egîd jî birîndar bûn û niha li nexweşxayeke Qamişloyê tê dermankirin.

(şx)

ANHA