​​​​​​​PENa Kurd êrişa li ser Rojava û rojnamegeran şermezar kir

PENa Kurd bi daxuyaniyekê  êrişa li dijî ekîba JIN TV'yê şermezar kir û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku zext li dewleta Tirk bikin  bila dev ji van êrişan berde.

​​​​​​​PENa Kurd êrişa li ser Rojava û rojnamegeran şermezar kir
26 tebax, 2023   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd a têkildarî êrişên li ser rojnamevanan wiha ye:

''Li cîhanê ragihandin xwediyê girîngiyeke taybet e, rol û mîsyona ragihandina heqîqetê, mijareke jêneger e. Ji ber ragihandina rastiyê ya ji bo civakê, di heman demê de jî mijareke exlaqî ye. Ev bandoreke mezin li ser jiyana civakê jî dike. Bi vê hişmendî û şiyariyê karkirina di çapemeniyê de bi xwe jî rêbazeke têkoşîna li dijî pergalên serdest û yekperest e. Lewma jî rojnamegerên xwediyê vê şiyarî  û hişmendiyê her tim ji aliyê dijminên heqîqetê ve dibin armanc. Êrişên mezin li wan tên kirin. Ev zext û zordestî jî herî zêde li dijî jinên ku xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin dikin, pêk tên. Gelek caran êrişên bi pergal ên pergalê li rojnamegerên ku li herêmên şer nûçeyan dişopînin hatine kirin.

Bi salan e rojnamegerên Kurd, nûnerên çapemeniya azad û bêalî li dijî pergala yekperest li çar aliyên Kurdistanê li ber xwe didin. Ji bo vê yekê jî her tim hatine girtin, binçavkirin, îşkencekirin, ji karê xwe hatine dûrxistin, berdêlên gelekî giran dane. Mixabin mînakeke van êrişan a din di 23'yê Tebaxê de li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîrê yê li ser rêya di navbera Qamişlo û Amûdê de, li siwareyeke rojnamevanan da. Di vê êrişê de nûçegihaneke jin a bi navê Delîla Egîd birîndar bû û karmendê JIN TV'yê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jî jiyana xwe ji dest da. Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema li ser karê xwe bûn bi êrişên balafirên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabûn.

Dewleta Tirk bi êrişên bi vî rengî ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê, li pêşberî tevahiya cîhanê hiqûqa navneteweyî binpê dike, ji bo ku destkeftiyên Kurdan neyên nasîn û pêşketin, li ku dera cîhanê be, êrişî wan destkeftiyan dike, mafên mirovan tune dihesibîne û zagonên navneteweyî binpê dike. Li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî Kurdên ku rûmeta mirovahiyê parastine piştgiriyê dide DAIŞ'ê û peyrewên wê. Asîmîlasyona ku li Bakur disepîne bi heman rêbazan hewl dide li Rojava jî bisepîne, bi awayekî giştî polîtîkayên qirkirina Kurdan li her derê didomîne.

Em dizanin ku dê tu caran bi zext û êrişan serê gelê Kurd ê azadîxwaz netewe, ew dildar û dilsozên gelê Kurd û Kurdistanê çongê danînin. Kedkarên di şopa rastiyê de ne tu caran dev ji karê xwe bernedane û dê bernedin.

Wek Navenda PENa Kurd, li dijî van êrişana em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku dengê xwe bilind bikin. Divê zext li dewleta Tirk bên kirin ku dev ji van êrişan berde. Em dîsa vê êrişê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji bo malbata Jin TV’yê û tevahiya rojnamevanên Kurd dixwazin.''

 (bb)