Xwepêşandanên li Siwêdayê didomin

Li parêzgeha Siwêdayê xwepêşandanên li dijî rewşa debarê ya xirab û banga hilweşandina rejîma Esed di roja 5'an de dewam dikin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê didomin
24 tebax, 2023   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên Siwêdayê xwepêşandanên aştiyane yên li dijî rewşa aborî ya xirab di roja 5'an de dewam dikin. Xwepêşandêran banga hilweşandina rejîma Beşar Esed û avakirina Sûriyeyeke nenavendî kir.

Li gorî nûçeya SOHR’ê, li bajarokê Qerya yê başûrê Siwêdayê ciwanên xwepêşandêr rêya gundê Sala, rêyên sereke yên gundên din, her wiha rêya Şam-Siwêdayê bi awayekî qismî girtin û tenê ji bo rewşên awarte vekirin. Di heman demê de girtina navend û saziyên hikumetê jî dewam dike.

Bi sedan şêniyên gund û bajarokên Mezra, Sala, Selîm, Erîqa, Xersa, Yema Hazirim û Cinîniyê li qada Kerama ya Siwêdayê hatin bav hev û xwepêşandaneke navendî li dar xist. Nêzî 700 kes tev lê bûn û ji 20'yê Tebaxê ve ya herî mezin e. Xwepêşandêran banga pêkanîna biryara 2254'an, guhertina siyasî û hilweşandina rejîma Esed kir.

(bb)