'Efrîn ji dijmin re namîne'

Dayika efrînî ya di malê wê de, malbateke ji  Xûtayê dijîn, diyar kir ku dema vegere Efrînê wê Efrînê mîna bajarê herî bi tirs bibîne.

'Efrîn ji dijmin re namîne'
24 tebax, 2023   06:22
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Dayika Fatme Reşîd a ji gundê Zeirê yê navçeya Bilbilê, dema ku Efrîn di 2018`an de hate dagirkirin, mîna tevahî koçberên Efrînê berê xwe da Şehbayê û di hundir kampa Berxwedan de bi cih bû.0

Dayika Fatme ya ku di hundir Efrînê de gelek mal û milkên wê hene, lê niha tevahî milkên wê di nava destê çeteyên dewleta Tirk de ne.

Di nava gundê Zeirê de çeteyên dewleta Tirk de yên bi navên Hemzet û Sulatan Murad  hene. Ew jî di hundir Efrînê de her tim talaniyê dikin.

Xizmên dayika Fatme di hundirê Efrînê de hene, lê çeteyên dewleta Tirk a dagirker nahêlin ku ew xwedî li milkên dayika Fatme derkevin, ji ber ku zarokên dayika Fatme cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de girtine. Ya ku destê xwe bi mal û milkên wê bike, wê bên kuştin. Di mala dayika  Fatme de jî malbata ji Xûtayê dijîn.

Dayika Fatme wiha dawî li gotina xwe anî:" Ez xeyal dikim ku dema vegerim Efrînê, ez Efrînê wek bajarekî bi tirs bibînim. Lê tenê bila ez vegerim ez konekî biçûk deynim û dîsa ji nû ve mala xwe ava bikin. Lê bila dijmin baş bizane ku em Efrînê ji wan re nahêlin.”

ANHA