Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin

Komeke şêniyên Reqayê bi gefên kuştinê re rû bi rû man, lê dîsa jî 4 salan hemû belgeyên mal, xanî û dikanên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê parastin. Piştî rizgarkirina Reqayê jî ew belge radestî Meclisa Sivîl a Reqayê kirin.

Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
Tevî gefên kuştinê jî belge ji DAIŞ’ê parastin û radestî Meclisa Sivîl kirin
24 tebax, 2023   06:37
REQA – EHMED EL ESAF

Piştî ku DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kir, belgeyên fermî yên şaredarî, saziyên avê û çandiniyê şewitandin û hin ji wan dizîn.

Piştî rizgarkirina bajêr, tevahî belgeyên avahiyan ên ku xelkê bajêr ji çavên DAIŞ`ê veşartin û parastin, radestî Meclisa Sivîl a Reqayê kirin.

Bi sed hezaran belgeyên fermî yên avahiyan, plansazî, nexşeyên bajêr û gelek kaxizên din ên girîng ku dîroka hin ji wan vedigerin zêdetirî serdemekê, komeke karmendên saziya avahîsaziyê ya Reqayê ji DAIŞ`ê û li gel gefên komên opozîsyonê ku wan bişewitînin, ji cihekî dibirin û li cihekî din vedişartin.

Serokê saziya avahîsaziyê û yek ji kesên ev belge parastine, Mehmûd Mirî ji ajansa me re têkildarî vê mijarê axivî: “Parastina van belgeyan ne hêsan bû. Nemaze dema çete bajar bi temamî dagir kir.”

Mirî wiha domand: "Ji bo şêniyên Reqayê, windakirina yek ji van belgeyan karesetek bû. Ji bo saziyê jî ew mîras in û ji erka me bû ku em wan biparêzin."

Mirî serpêhatiya parastina belgeyan wiha vegot: "Destpêkê ev belge li navenda hikumetê bûn. Lê belê çeteyan em neçar kirin ku em wan ji wir derxin û ji me re gotin eger em dernexin ew ê navendê tevî belgeyên tê de bişewitînin. Ji ber wê jî me ew birin jêrzemîna postxaneya Reqayê. Piştî ku DAIŞ kete bajêr, wan jî hewl da van belgeyan bişewitînin û careke din me ew birin jêrzemîna Dibistana Ibîn Xeldûn a bajêr."

Mirî wiha pê de çû: “Ruxmî ku çeteyan gefa kuştinê li me xwarin, heke ew belge neyên şewitandin, lê em 13 kes hazir bûn û me nehişt ew belge bên şewitandin. Ciwanekî ji komê li pêşiya wan derket û ji wan re got min bikujin lê van belgeyan neşewitînin. Ev bûyer hîna di bîra min de ye.”

Her wiha Mirî diyar kir ku piştî derxistina çeteyên DAIŞ`ê ji bajêr ji aliyê QSD`ê ve, ew çûne Dibistana Ibîn Xeldûn û belge ji wir derxistine.

Mirî destnîşan kir ku temenê hin belgeyan zêdetirî serdemek e û di nav de belgeyên avahî, dikan û malên welatiyan hene.

Di dawiya axaftina xwe de Mirî got: "Niha navendeke me ya taybet heye. Belgeyên me parastine, me anîn wir. Niha em belgeyan didin şênî, şaredarî, komîteyên çandiniyê û Dîwana Edaleta Civakî. Her malek, dikanek an jî zeviyek, berê hatibe qeydkirin, li cem me belgeyên wan hene.”

Saziya Avahîsaziyê ya Reqayê sala 1923`yan bi fermana şandeyê bilind ê Fransayê hatibû avakirin. Tomarkirina avahiyan li Reqayê heta 2013`an dewam kir.

(mh/şx)

ANHA