Koçberek dubare li mala xwe ya wêrankirî dinêre

Koçber Ebdurezaq El Omer bi keser li mala xwe ya li gundê xwe yê dagirkirî dinêre û wê dîmenê bi zarokekî re xwe pare dike ku nîşaneyên mala xwe biparêze û got ew ê piştî demekê vegera mala xwe.

Koçberek dubare li mala xwe ya wêrankirî dinêre
24 tebax, 2023   05:51
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9′ê Cotmeha 2019′an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de gelek herêm dagir kirin. Yek ji wan jî kantona Girê Spî ye. Bi wê re gelek êş ji niştecihên kantonê re çêkirin. Zêdetirî 100 hezar şênî koçber bûn, mal û milkên wan talan kirin û desteser kirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin.

Dewleta Tirk bi hinceta avakirina nuqteyên leşkerî bi sedan mal wêran kirin. Mîna li gundê Şirgirak ê li gundewarên Girê Spî pêk hatiye. Her wiha dewleta Tirk zêdetirî 25 malên li kêleka rêya M4 wêran kirin, li Silok, Elî Baceliyê jî mal wêran kirin.

Koçber Ebdurezaq El Omer (50) ji gundê Telîl El Deleî ku 5 kîlometre dikeve rojhilatê bajarokê Silokê û niha li Kampa Koçberên Girê Spî ye. El Omer par dîmeneke male xwe ya ku dagirkeriya Tirk bi temamî wêran kiriye, bi dest xist.

Dema nûçegihanê me li nava kampê digeriya, koçber Ebdurezaq El Omer li bin kon dît ku li dîmenê mala xwe ya wêrankirî temaşe dike.

El Omer ji ajansa me re wiha got: "Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Girê Spî dagir kir, ez jî mîna bi hezaran koçber bûm. Lê ji ber ku min nekarî malekê bigirim, min berê xwe da kon."

El Omer wiha domand: "Ez 13 zarokan xwedî dikim. Niha li Miyaweme dixebitin. Derfetên kar ên ku rêveberiya kampê ji me re peyda dikin, di van rewşên zehmet ên aboriyê û koçberiyê de dibin alîkar."

Têkildarî wêrankirina malê El Omer wiha anî ziman: "Dema li dîmena mala xwe ku min ava kiriye dinêrim, naêşim, lê em koçber ji dagirkeriyê her tiştî texmîn dikin. Ew mal û milkên me talan dikin, qûta me ji me dizîn û em bi darê zorê dan koçberkirin."

El Omer diyar kir ku wî kêliyekê jî mal û erdê xwe ji bîr nekiriye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dem çi qas derbas bibe, em ê vegerin war û malê xwe. Piştî me dagirker têk birin, em ê vegerin malên xwe. Heta malên me wêrankirî bin jî, em ê konekê vegirin û tê de bi cih bibin."

(fr)

ANHA