​​​​​​​Yekitiya neteweyî bê malbata Barzanî û partiya wî pêk tê

Welatiyan, hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û destnîşan kir ku yekitiya neteweyî bê malbata Barzanî û partiya wî ya ku başûrê Kurdistanê veguhastiye wîlayeteke Tirkiyeyê pêk tê.

​​​​​​​Yekitiya neteweyî bê malbata Barzanî û partiya wî pêk tê
24 tebax, 2023   01:36
HESEKÊ – ARAM EHMED

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevkariya wê dike. Gelê Kurd û Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê hevkariyê nerazî ne û bertek nîşan didin.

Hevserokê Nivîzgeha rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV – DEM) ya Hesekê Ferhan Derwêş ji ajansa me re wiha axivî: "Em di qonaxeke girîng û hestyar re derbas dibin. Dema em li dîroka Kurdî vegerin em ê bibînin ku hemû şoreş ji ber îxanetê hatine têkbirin. Niha jî li ser asta Kurdistanê em dibînin ku mixabin PDK'ê bi rêbertî û hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirka dagirker re ket xeta îxanetê."

Derwêş wiha lê zêde kir: "Gelek mînakên vê îxanetê hene. Yek jê di salvegera peymana Lozanê de hemû partiyên Kurdî li Lozanê bûn lê tenê malbata Barzanî tune bû û heta nameyek jî neşand. Malbata Barzanî, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê rewa dike bi rêya vekirina komeleya xêrxwazî ya Barzanî. Her wiha endamên PDK'ê hewl didin şêniyan bixapînin da ku vegerin Efrînê. Vê dawiyê jî, endamekî PDK`ê bi navê Elî Ewnî piştgiriya dagirkeriyê kir û bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku kadroyên PKK`ê bi balafiran hedef bigire."

Derwêş behsa hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re kir û got: “Di salên borî de, PDK`ê piştgiriya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medayayê dike. Rê li pêşiya dagirkeriyê vekir û heta baregeh ji wan re ava kirin.”

`YEKITIYA NETEWEYÎ PÊWÎST E Û BÊ MALBATA BARZANÎ Û PARTIYA WÎ PÊKAN E`

Ferhan Derwêş bang kir ku dem dema azadiya Kurdistanê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê malbata Barzanî ji wê xeta îxanetê ya li gelê Kurd, partî, hêzên wî yên leşkerî dimeşîne, vegere.

Her wiha Derwêş îşaret pê kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiya neteweyî heye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Her kes banga yekitiya neteweyî dike. Hin dibêjin heke malbata Barzanî ji vê yekitiyê dûr be, ev yekitî pêk nayê. Lê di rastiyê de yekitiya neteweyî bê malbata Barzanî û partiya wê pêkan e. Lidarxistina civînekê li Lozanê ji aliyê partiyên Kurd ve beyî hebûna PDK`ê, li ser vê delîl e. Gelek partiyên muxalif li Başûrê Kurdistanê hene. Ji ber wê em bang li tevahî partiyan dikin ku yekitiya neteweyî pêk bînin û ji malbata Barzanî dûr kevin ji ber ku em lozaneke din nebînin.”

PDK`Ê HERÊMA KURDISTANÊ KIRIYE WÎLAYETEKE TIRKIYEYÊ

Welatiyê ji Hesekê yê bi navê Mihemed Eşref Elî got dîroka PDK`ê bi hevkariya bi dijminan re dagirtî ye û wiha pê de çû: “Diviyabû hêzên kurdî, yekitiya xwe di sedsala Lozanê de ragihanidibana, di serî de PDK`ê. Lê yê îxanetê li kurdan dike, destekê dide dewleta Tirk a dagirker, PDK`ê bi xwe ye, wek îxaneta li Qazî Mihemed û Celal Talbanî kiriye.

Elî diyar kir ku PDK`ê, rêveberiya herêma Kurdistanê radestî Tirkiyeyê kiriye û ew kiriye wîlayeteke Tirkiyeyê û got: “ Li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 60 baregehên Tirkiyeyê hene. Em îro banga yekitiya neteweyî dikin. Heta pitik, zanîn ku em behsa çi dikin. Yê ji vê daxwazê dûr dikeve, PDK`ê bi serkêşiya malbata Barzanî ye. Ev malbat, dijminatiya tevgera rizgariyê û têkoşeran dike.”

Elî di dawiyê de got: “Çiyayên Kurdistanê ji tevahî kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re bû stargeh, ew li hev kom kirin û yekitiya neteweyî pêk anî. Hin partî jî piştgiriya tevgera rizgariya Kurdistanê dikin. Aliya yekane ku ji vê yekitiyê dû re, malbata Barzanî û partiyên wê ne. Ji ber wê em û partiyên kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê, divê em kongreya xwe ya neteweyî li dar bixin. Em yekitiya xwe ragihînin. Divê em ragihînin ku malbata Barzanî û PDK`ê li dijî daxwazên gelê Kurd in.”

(şx)

ANHA