Ji Beyrûdê lênêrînek Jineolojîk

Ji Beyrûdê lênêrînek Jineolojîk
24 tebax, 2023   00:34
BEYRÛT-CANÊ XEMGÎN

Rojên 18 û 19`ê Tebaxê li paytexta Lubnanê Beyrûtê zêdetirî 80 parêzvanên mafên jinan li hev civiyan. Yekparebûna êş, elem û têkoşînê jinên ji Tunis, Lubnan, Misir, Yemen, Iraq, Filistîn, Urdin, Tirkiye, Îran, Sûdan û Sûriyeyê di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de gihandin hev. Jinên têgihîştî yên ji çand, nasname û zimanên cuda hemû astengiyên ku sîstema baviksalarî danîbû pêşiya kombûna wan a fîzîkî derbas kirin û bi hêviyeke mezin a guhertinê tevlî vê xebata hêja bûn. Bêguman hemû xebatên jinan xwedî xweşikkbûn û taybetiyeke cuda ne. Jinên Rojhilata Navîn-Afrîkayê yên bi cil û bergên neteweyî beşdar bibûn; heyecan, moral û hêzeke mezin li hola kongreyê belav kirin. Dengê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku bi zimanê Kurdî bi ser hola kongreyê diket, manewiyet û şanaziyeke jinên Kurd jî dida hîskirin. Ev şîara ku çavkaniya xwe ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digire, veguheriye şîara sedsala 21`emîn ku wekî “Sedsala Jinan” tê pênasekirin.

Di kongreya jinan a navneteweyî de, li ser astengiyên hevpar ên ku jinên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê rû bi rû dimînin hat sekinandin. Hat destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn, Afrîka, Efganistan, Îran û Kurdistanê qurbaniya şer, alozî, lîstokên siyasî, tundiya malbatî, civakî û hwd jin in. Ruxmî ku rola jinan di hilberîna neteweyî ya welatan de berçav e jî, lê belê li gelek welatan hê jî feraseta ku jinan ji zilaman biçûktir dibîne serwer e. Bal hat kişandin ku du faktorên sereke yên ku dibin sedema tundiya li ser jinan û asta maf, azadî û serxwebûna wan qels dikin, aborî û şer in. Lewma, nirxandin herî zêde li ser girîngiya xurtkirina hêza aborî û parastina jinan hatin kirin.

Bêguman tenê pirsgirêk nehatin vegotin, di heman demê de rêyên çareseriyê jî hatin gotûbêjkirin. Yek ji wan jî avakirina sendoqeke aboriyê ya jinan bû. Hat pêşniyarkirin ku li gel têkoşîna hevpar a siyasî, pêwîst e aboriyek hevpar a rêxistinên jinan ên ji welatên cuda jî hebe (sendoq). Dîsa hat destnîşankirin ku di warê hiqûqî de jî têkoşîna parastina mafê jinan bê kirin û zor li welatan bê kirin ku yasa bên guhertin.

Wekî ku ji navê kongreyê “Tecrûbeyên jinan di pêxirtengiyên li herêmê de” jî diyar bû, jinan tecrûbeyên xwe parve kirin. Herî zêde jî tecrûbeya jinan a li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand û hat gotûbêjkirin. Jinên ku ji welatên Ereban û Afrîkayê hatibûn diyar kirin ku ezmûnên jinên Kurd li Rojava cihê serbilindiyê ye, wekî mînakeke zindî ya xweragirtin û berxwedanê pênase kirin û gotin ku divê li akademiyên cîhanê wekî perwerde bên dayîn; li welatên ku şer û alozî lê hene dikare rê li ber guhertinê veke. Hem sîstema hevserokatiyê ya ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hatî, hem jî tecrûbeyên di warê parastinê de ji bo jinên beşdar çavkaniya îlhamê bûn. Bandora tevgera jinên Kurd a li ser jinên ji welatên Ereban û Afrîkayê pir bal dikişand. Belkî ew qet bi awayekî fîzîkî nas nekirine û neçûne cografiyaya ku ew lê têkoşîn dikin, lê jinên ji welatên din bi gotin û zimanê xwe yê bedenê xwe li Kurdistanê di nava têkoşerên jin de hîs dikirin. Wexta navên têkoşerên wekî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Zîlan, Hevrîn Xelef dianîn ziman, ev yek di rûyê wan de xuya dikir. Jinên Şengalê yên ku ji nû ve ji xweliya xwe şîn bûne û serhildana jinên Îranê ya bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” wekî nimûneyên ku dikare jê sûd were girtin hatin nirxandin.

Fikr û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo rêwîtiya azadiya jinan û Jineolojî jî mijarên germ ên nîqaşan bûn. Beşdarên ku Rêber Abdullah Ocalan wekî “rêhevalê jinan” pênase kirin, li hember tecrîd û îşekenceya li Îmraliyê hêrsa xwe anîn ziman. Dema me nêrînên jinên Ereb ên têkildarî tecrîdê pirsîn, wiha bersiv dan: “Em ne tenê bidawîkirina tecrîdê dixwazin, em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin. Rêber Ocalan ji girtîgehê, em jî ji cihên ku lê ne, em ê têkoşînê bidomînin.” Yek ji biryarên kongreyê jî avakirina komîteyên hiqûqî, torên herêmî yên parastina girtiyan û destpêkirina kampanyayên herêmî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû. Biryareke din a kongreyê jî çêkirina hevpeymaneke jinan ku nêrînan bike yek û têgehên sereke bi nêrîneke jinan ji nû ve di ber çav re derbas bike bû. Teqezî bi piştgiriya berxwedana jinên Kurd û hemû jinên li dijî siyasetên femîsîdê têdikoşin, hat kirin.

Di dawiyê de jinên ji 11 welatan dîmenek hevpar a wekî xwediyên doza azadiyê nîşan dan. Baweriya wan bi hêza jin a pêkanîna guhertinên civakî û demokratîk, afirandina jiyaneke azad ji çavên wan xuya dikir.

ANHA