`Rêber Abdullah Ocalan serkeftî ye`

Welatî û profesorê akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Behrem Umer destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi avakirina pergaleke fikrî ya giştî ji bo rizgariya gelan, li hember pergala hegemonîk bi ser ket.

`Rêber Abdullah Ocalan serkeftî ye`
23 tebax, 2023   23:36
QAMIŞLO – BESNE ŞIMO

Profesorê akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Berhem Omer wiha Rêber Abdullah Ocalan wesifand: "Kesayeteke wisa ye ku di dilê her kesî de şopek hişt. Kesayeta wî ya pêşeng, karî dîrokê bi zelalî bixwîne, analîz bike û giyanê welatparêziyê xurttir bike. Welatparêzan, ber bi têkoşîna ji bo azadiyê û demokrasiyê bir.”

Umer di 1959'an de li gundê Çîlka yê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ji dayik bûye. Di salên 80'î de wî bi rêya têkoşerên pêşîn Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û nîqaşên wan ên der barê şoreşa Kurdistanê û sosyalîzmê de bandor lê kiriye.

Umer şehadeta Mahsum Korkmaz di 28'ê Adara 1986'an de ku têkoşîna çekdarî di 15'ê Tebaxa 1984'an de dest pê kiribû bandor lê kir. Têkildarî wê wiha axivî: “Şehadeta Mahsum Korkmaz ji bû min nîşana rojeke nû ye ji bo ku li ser şopa wî tê bikoşim. Dûre bi lêgerîna rastiyê û xwendina broşûrên Rêber Abdullah Ocalan, naskirina min a tevgerê, kûrtir bû.”

Umer wiha domand: "Piştî ku min analîzên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, min xwest ez wî bibînim. Ji ber wê ez di 1986'an de çûm Lubnanê û li wir pê re civiyam. Di salên 1998-1990`î gelek caran pê re rûniştim."

Umer, gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên di wan hevdîtinan de wiha vegotin: "Hebûna te li vir û daxwaza hevdîtina min tê wateya ku tu li azadiyê û jiyana birûmet digerî, em hewcedarên kesayetên welatparêz in da ku civaka Kurdî pêş bixin û bi rêxistin bikin. Ev gotin û kesayeta Rêbertî, bandor li min kir. JI ber wê li ser daxwaza wî heta salekê li Lubnanê man û di perwerdeyên fikrî re derbas bûm."

Umer vegotina serpêhatiya xwe wiha domand: "Piştî perwerdeyên bîrdozî, di 1989'an de ez vegerîm Şamê da ku xwendekarên zanîngehan bi rêxistin bikim û min soz da xwe ku ez erkên xwe bi cih bînim nexasim belavkirina ramana Rêber Abdullah Ocalan di nav civakê de."

Umer wiha lê zêde kir: "Ew hêviya herêmê ye ji ber ku bi ramana wî hemû kirîz û aloziyên herêmê tên çareserkirin. Wî fêrî me kir em çawa xwe bispêrin xwe û bigihînin azadî û serkeftinê. Ji bo rizgarkirina gelan wî karîbû pergaleke bîrdozî ya giştî ava bike."

Umer gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, hemû gelên azadîxwaz di şexsa wî de hedef girtin. Îro jî ew hewl didin gelan ji hêviya wan dûr bixin û rê li ber ramana Rêber Abdullah Ocalan bigirin, divê em ji bo vê yekê hişyar bin."

Umer li hember komployê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan soz da ku têkoşînê li ser rêgeza wî temam bikin, felsefe û fikrên bixin pratîkê û got: “Tenê wisa em dikarin pergalak tecrîdê têk bibin. Ji bo wê banga min li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku xebat û çalakiyên xwe yên di vî waî re zêde bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Umer got madem Rêber Abdullah dîl girtiye, demokrasî pê nayê û got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, çalakiyên me berdewam in. Ji bo misogerkirina projeya neteweya demokratîk, têkoşîna me dê berdewam bike."

(mh/şx)

ANHA