YRA: Divê dezgehên mafên mirovan li hember êrişên wisa bêdeng nemînin

YRA`yê di daxuyaniya xwe de ya têkildarî êrişa li dijî kedkarên Jin TV weşandiye got: “Em ji sazî û dezgehên mafê mirovan di serî de yên ji parastina rojnamevanan berpirsyar in daxwaz dikin ku erka xwe ya wijdanî pêk bînin û li hember hedefgirtina dewleta Tirk ji rojnamevan û sivîlên herêmê re bê deng nemînin.”

YRA: Divê dezgehên mafên mirovan li hember êrişên wisa bêdeng nemînin
23 tebax, 2023   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad têkildarî êrişa li dijî kedkarên Jin TV daxuyaniyek weşand. YRA`yê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî:

“Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta niha bê navber di nava hewldanan de ye siyasetên xwe yên dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêmê bisepîne. Ji bo wê jî piştgiriya hemû komên çete yên wekî DAIŞ, El-Nusra û bi dehên komên din ên wekî wan dike.

Xebatkarên Ragihandinê ji destpêka şoreşê û heta niha ji bo eşkerekirina plan û siyasetên dewleta Tirk û aliyên din ên dijber bê navber di nava liv û tevgerê de ne. Ji ber wê jî dewleta Tirk pir zêde ji kamîre û pênûsên ragihandina azad ditirse. Lewar êrişî xebatkarên ragihandinê dike.

Îro 23’yê Tebaxa 2023’an jî li ser riya Qamişlo û Amûdê erebeyeke Jin Tv ku bi armanca amadekirina nûçeyan ji navenda xwe re derketibû, ji aliyê balafireke bê mirov a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Di encamê de ajokarê erebeyê şehîd bû û nûçegihana JIN TV birîndar bû.

Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê hevalên me yên rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema kêliyên hovîtiya li dijî sivîlan belge dikirin, bi êrişên balafirên dewleta Tirk şehîd bûne. Hejmareke ne kêm a rojnamevan jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk bi van kirin û sûcên xwe hemû peyman û yasayên navneteweyî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dikin. Mixabin Koalîsyona Navneteweyî, Rûsiya, Neteweyên Yekbûyî û hemû sazî û dezgehên mafê mirovan û di serî de Yekitiya Rojamevanan a Navneteweyî, Rêxistina Nûçeghanên Sînornenas bi bê dengî li van kirinan temaşe dikin.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ku ji belgekirina sûc û kirinên li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê berpirsiyar e, di serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê JIN TV re dixwaze û şifaya xêrê ji nûçegihana wan re hêvî dike. Hedefgirtina dewleta Tirk a ekîbên ragihandinê bi tundî şermezar dike.

Di heman demê de em ji sazî û dezgehên mafê mirovan û di serî de yên ji parastina rojnamevanan berpirsyar in daxwaz dikin ku erka xwe ya wijdanî pêk bînin û li hember hedefgirtina dewleta Tirk ji rojnamevan û sivîlên herêmê re bê deng nemînin.”