`Êrişa li dijî rojnamavenan hedefgirtina destkeftiyên herêmê û jinan e`

Yekitiya Ragihandina Jinan têkildarî êrişa li dijî kedkarên Jin TV daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de yekitiyê got: “Siyasetên dewleta Tirk a dagirker careke din eşkere bûn ku li dijî azadiya jinan e. Lê jinan rola xwe di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin. Ev êriş, ji bo têkbirina destkeftiyên jinan e.”

`Êrişa li dijî rojnamavenan hedefgirtina destkeftiyên herêmê û jinan e`
23 tebax, 2023   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li erebeyeke rojnamevanan da. Di encamê de karmendekî Jin Tv yê bi navê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihanek birîndar bû.

Der barê êrişê de Yekitiya Ragihandina Jinan bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û got: “Siyasetên dewleta Tirk a dagirker careke din eşkere bûn ku li dijî azadiya jinan e. Lê jinan rola xwe di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin. Ev êriş, ji bo têkbirina destkeftiyên jinan  û herêmê ye ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin.

Em vê êrişê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Necmedîn Feysel re dixwazin. Her wiha şifeyê ji hevala xwe Delîle re dixwazin.

Em careke din soz didin tevahî rojnamevan ên di oxira eşkerekirina rastiyê de canê xwe feda kriin ku rêya wan berdewam bikin ta ku armancên wan pêk tên û tevahî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên eşkere bikin.

Em bang li dezgehên çapemeniyê dikin ku sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne ragihînin cîhanê heta ku hesab jê were pirsîn.”

(şx)