Daîreya Ragihandinê êrişa li dijî nûçegihanên JIN TV şermezar kir

Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina rojnamevanên JIN TV ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got: “Divê civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û yên têkildar destwerdanê bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bigirin.”

Daîreya Ragihandinê êrişa li dijî nûçegihanên JIN TV şermezar kir
23 tebax, 2023   18:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke rojnamevanan li ser rêya Amûdê-Qamişlo û di encamê de karmendekî JIN TV şehîd bû û rojnamevanek birîndar bû.

Di daxuyaniyê de daîreyê wiha nivisî: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sûriyeyî, komkujiyên dîtir li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Tevahî pîvan û peymanên navneteweyî yên banga parastina sivîlan di aloziyan de dikin, binpê dike.

Dewleta Tirk a dagirker hiceta şerê terorê wek delîl li dijî rojnamevanan, di piraniya şermezarkirinan û dadgehan de bi kar tîne. Bi giştî rojnamevan çi li ser sosyal medya nivîs be yan jî nûçeyek amade kiribe yan jî gotarek hazir kiribe, wek delîl li dijî wan bi kar tîne.

Li gorî nîşaneya azadiya rojnamegeriya cîhanî ya 2022`yan ku Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) belav kiriye, Tirkiye ji nav 180 dewletan di pileya 149`an de ye.

Di sala 2023`yan de 6 rojnamevan li herêmên cuday ên Sûriyeyê hatine kuştin. Herî dawî hedefgirtina rojnamevanê kurd ê ji Sûriyeyê Îsam Ebdullah (nûçegihanê Hawar û endama Yekitiya Ragihandinê).

Her wiha îro (23`yê Tebaxa 2023`yan) jî balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavên civata navneteweyî, NY, Konseya Ewlehiyê û mafên mirovan kir hedef.

Em bang li civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û yên têkildar dikin ku ji rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê destwerdanê bikin û hesabê jê bipirsin.”