Di êrişa dagirkeran de karmendekî JIN TV şehîd bûye û nûçegihanek birîndar e

Di êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Amûdê-Qamişlo karmendekî JIN TV şehîd bû û nûçegihanek birîndar bû.

Di êrişa dagirkeran de karmendekî JIN TV şehîd bûye û nûçegihanek birîndar e
23 tebax, 2023   17:24
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li erebeyeke rojnamevanan da.

Nûçegihanên me bi bîr xistin ku erebeya hatiye hedefgirtin a JIN TV ye. Di encamê de karmendekî wê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan şehîd bûye û nûçegihaneke kanalê birîndar bûye.

(şx)

ANHA