Esed Menan: Em bi planên wan nayên xapandin

Esed Menan diyar kir ku gelê Efrînê bi planên dewleta Tirk a dagirker û ENKS'ê nayê xapandin û got “Gelê Efrînê yê li Şehbayê dimîne, tu carî Efrîneke ku çete lê hebin qebûl nake.”

Esed Menan: Em bi planên wan nayên xapandin
23 tebax, 2023   00:37
ŞEHBA - ZEYNEB ŞÊXO

Endamê Meclisa Efrîn û Şehbayê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Esed Menan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi desteka ENKS'ê siyaseteke qirêjî li dijî şêniyên li Efrînê dimeşînin û got: “Ev siyaset qet nayê qebûlkirin. Efrîn herêmeke kurdî ye, çawa ENKS dikare hevkariya çeteyên dewleta Tirk bike! Çawa û bi kîjan rûyî dikare bang li gelê Efrînê bike ku vegerin xaka dagirkirî.”

Esed Menan diyar kir ku ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve rojane li dijî gelê Efrînê êriş tên kirin û wiha pê de çû: “Piştî ku Efrîn hat dagirkirin û heya niha rojane kiryarên dermirovî wekî talankirin, kuştin û destdirêjî li dijî wan têne kirin. Destê ENKS'ê jî di van kiryaran de heye. Dewleta Tirk bi siyaseteke qirêjî dixwaze xelkê Efrînê yê li Şehba û Helebê dimîne, vegere malên xwe. Ma gelo ENKS'ê sûcên li Efrînê têne kirin nabîne! Ruxmî wê jî bang li xelkê Efrînê dike û dibêje 'Me Efrîn rizgar kiriye'. Gelo Efrîn hatiye rizgarkirin an jî hatiye dagirkirin! Tu hêviyên kurdîtiyê di ENKS'ê de tune ne. Xelkê Efrînê yê li Şehbayê dimîne tu carî Efrîneke ku çete lê hebin qebûl nake. Gelê Efrînê li hemberî êrişên rojane û dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe dide.”

Menan diyar kir ku bangewaziya li koçberan ku vegerin warê xwe, neheqî ye û wiha got: "Li Efrînê mal û milkên xelkê bi darê zorê û bi hêza çekê têne desteserkirin. Ji ber vê jî em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila van kiryaran li ber çavan bigirin û bizanin ku ev kiryar nayên qebûlkirin."   

Endamê PYD'ê Esed Menan di dawiyê de got: “Gelê me tu carî bi planên dewleta Tirk, çeteyên wê û ENKS'ê nayê xapandin. Gelê me ji şerê taybet hişyar e. Gelê Efrînê yê Şehbayê xeta berxwedanê hilbijartiye."

(bb)

ANHA