​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk plana yekkirina rêvebirina herêmên dagirkirî dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa rewşa li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê û tevgera siyasî ya têkildarî doza Filistînê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk plana yekkirina rêvebirina herêmên dagirkirî dike
23 tebax, 2023   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset di nûçeya xwe ya vê sibehê de behsa planên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî kir û wiha nivîsand: “Dewleta Tirk plan dike ku rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, bike yek. Wê yekê bi rêya erkdarkirina hakimekî ku desthilata wan herêman li şûna 7 waliyên ji bo koordînekirina hatine erkdarkirin, pêk bîne. Armanc jî pirsgirêkên rêvebirina wan herêman dernekevin.

Çavkaniyan aşkera kir ku plan niha li ser danîna pergala nû ya hevkariya di navbera Enqere û qaşo meclisên xwecih ên li 13 herêmên cuda tê kirin; di serî de Ezaz, Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.”

‘DEWLETA TIRK CAREKE DIN HEWL DIDE BEXDAYÊ ŞANTAJ BIKE’

Rojnameya El Ereb behsa têkiliyên Iraq-Tirkiyeyê kir û wiha di nûçeya xwe de nivîsand: “Serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji Bexdayê re xwedî nîşaneyên balkêş e, nexasim ew serdan hemwextî serdana wezîrê petrolê yê Iraqê ji Enqereyê re pêk hat. Di wê serdanê de wezîrê Tirk ji hempîşeyê xwe yê Iraqê re axaftina neewlebûnê têkildarî ji nû ve hinardekirina petrola Herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Aliyên siyasî yên Iraqê da zanîn ku mijar bi aliyê Tirkiyeyê re der barê jinûve hinardekirina petrolê bi rêya Berava Ceyhanê bi rêk û pêk nameşe. Enqere hewl dide vê dosyayê wek kaxizeke şantajê li dijî Bexdayê têkildarî dosyayên din ên aliyên siyasî û ewlehiyê bi kar bîne.”

‘ZINDÎKIRINA XEBATA SIYASÎ DI NAVBERA FILISTÎN Û ÎSRAÎLÊ DE’

Rojnameya El Beyan der barê rewşa Filistînê de wiha nivîsî: "Çîna siyasî ya Filistîn û Îsraîlê dizane ku êdî bikaranîna rih di xebata siyasî de daxwazeke girîng e, nexasim li gel cemidandina siyasî û zexma bûyerên di van demên dawîn de xwe ferz kirine û li kêleka wê jî rewşên meydanî hene.

Ger dan û standinên siyasî ji nû ve dest pê kirin, dê rewş ji berê cudatir be û xeleka wê bigihîne asta navneteweyî.”

(fr)