Hişyarî li ser paşguhkirina guhartina demografîk li Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker demografiya kantona Efrînê ya dagirkirî diguherîne. Welatiyan hişyarî têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê da û got divê li hemberî wan were sekinandin.

Hişyarî li ser paşguhkirina guhartina demografîk li Efrînê
23 tebax, 2023   02:39
HELEB

Li herêmên Sûriyeyê yên dewleta Tirk dagir kirine, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî niştecihên li wan herêman dikin zêde dibin; di serî de Efrînê. Li aliyekî din jî kesên xwefiroş qaşo bi ‘ENKS’ê re hevkar in û piştgira wê PDK′ê, hewl didin dagirkeriya Tirk li Efrînê rewa bikin.

Welatiyan hişyarî li ser van sûcan da, bi taybet hişyarî li ser guhartina demografîk ku dagirkerî bi asteke lez pêk tîne, da.

Welatî û endamê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Mihemed Elî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi "barbar û hovan" wesif kirin û wiha got: “Tu reftarên mirovahiyê li ser wan tune ne.”

WELATÊ SÛCAN

Elî wiha domand: “Li Efrînê avahiyên mêtingehiyê wekî kuvarkan lê hatine avakirin. Li Efrînê gelek avahiyên mêtingehiyê bi piştgiriya dewletên îslamê mîna Qeter, Kiwêt û NY′yê hatine avakirin da ku malbatên çeteyan û çete lê werin bicihkirin."

Elî diyar kir ku sûcên li Efrînê giştî û hevgirtî ne; ji qetilkirin, revandin, dizîn, talan, girtina bi darê zorê û revandin. Elî wiha pê de çû: "Tu kes nikare sûcên çeteyan li Efrînê pêk anîn, bihejmêre.”

Elî wiha anî ziman: “Niha Efrîn bûye welatê sûc, qetilkirin, revandin û binpêkirinan.”

Ji bo ev sûc werin sînordarkirin Elî wiha got: “Ji bo parastina nasnameya Efrînê, divê em destpêkê wê rojane bi bîr bînin û ya duyemîn jî çavên raya giştî ya cîhanê û Ewropayê li ser van sûcan vekin. Li kêleka hiqûqnasan li hember van sûcan bisekinin.”

Elî bal kişand ser ku dewleta Tirk dewleteke mêtinger e, dixwaze timayên xwe û timayên Ataturk û mezinên xwe yên berê vegerîne û wiha got: “Ew kujer in û pêdiviya wan bi tu sedeman tune ye ku welatiyan bikujin.”

‘NIHA LI EFRÎNÊ TU JIYAN NABE’

Li aliyekî din jî endamê Malbenda Çandê ya Helebê Welîd Hebeş jî wiha got: “Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û bi alîkariya çeteyên wê ve mafên mirovan hatin binpêkirin; ji koçberkirina gel heta bi birîna dagir û wêrankirina zeviyan bigire."

Hebeş wiha domand: "Bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker û bi destê çeteyan demografî hate guhartin. Di bingeh de ew çete diz in, talanker û keysbaz in."

Hebeş destnîşan kir ku divê li doza Kurdan û li herêmê were nihartin û hêzên navneteweyî tedbîrên guncaw li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bigirin.

Hebeş mixabîniya xwe li hember kesên piştgiriya dagirkeriya Tirk dikin, anî ziman û wiha pê de çû: "Mixabin, Kurd hene li Efrînê alîkariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin. Ew dibêjin Efrîn hatiye rizgarkirin û veguheriye herêmeke aştî û ewlehiyê. Lê em dizanin niha li Efrînê tu jiyan nabe û bûye herêmeke tijî xof û qetilkirin. Rêbazên cuda ne û armanc koçberkirina Kurdan e."

GUHARTINA DEMOGRAFIYÊ YA PLANKIRÎ

Li aliyekî din jî endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a Meclias Sûriya Demokratîk – Helebê Zeyneb Qenber da zanîn ku piştî derbasbûna 12 salan di ser krîza Sûriyeyê re, Sûriye ji krêt ber bi krêttirînê ve diçe, bi taybet li herêmên dewleta Tirk dagir kirine.

Zeyneb wiha got: "Dewleta Tirk herêmên Sûriyeyê dagir dike, bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser. Ji ber ku ev herêmê li dijî siyasetên wê ne."

Zeyneb diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker krîmînalîzekirin û dizîn e û wiha got: "Çeteyên xwe bi artêşa neteweyî û azad bi nav dikin û her rojekê bi navekî ne, tenê çete ne û di qetilkirin, wêrankirin, tirsandin, dizîn, tecawîzkirinê de û valakirina herêman hêzê bi kar tînin. Nîşaneyên wan herêman diguherînin û sînorên Mîsaqî Millî fireh dikin, avahiyên mêtingehiyê ava dikin. Ev hemû bi plan in."

Zeyneb wiha dawî li gotina xwe anî: "Heta şewitandina zevî û darên zeytûnan tê wateya avakirina avahiyeke mêtingehiyê ya nû. Armanca ji wê yekê, rewakirina dagirkeriyê ye û tevlêkirina li xaka Tirkiyeyê ye."

(fr)

ANHA