160 penaberên sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker îro 160 penaberên sûriyeyî yên ku bi darê zorê ji Tirkiyeyê li Sûriyeyê vegerandine li Girê Spî bi cih kirin.

160 penaberên sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin
22 tebax, 2023   20:21
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih ji Girê Spî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker 160 penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê di deriyê sînor re radestî çeteyên xwe kir da ku ew wan li Kantona dagirkirî bi cih bikin.

Heman çavkanî diyar kir ku penaber ji gundewarê Heleb, Idlib, Dêrazor û bajarên din ên Sûriyeyê ne.

Ajansa me derbasbûna zêdetirî 900 penaberên sûriyeyî ji nav wan 25 Iraqî ji destpêka meha borî de belge kir.

Hejmara penaberên ku li kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine bicihkirin, ji destpêka meha Nîsana sala borî de gihîşt 25 hezar penaberî.

(mh/şx)

ANHA