`Şopa Orkîd` însiyatîfek ji bo rengkirina dîwarên bajaran

Bi dehan ciwan însiyatîfek bi navê "Şopa Orkîd" destpê kir û di çarçoveya wê de bi xêzkirina wêneyên li ser dîwaran, kolanên bajarê xwe xweşik dikin.

`Şopa Orkîd` însiyatîfek ji bo rengkirina dîwarên bajaran
23 tebax, 2023   05:56
QAMIŞLO- MIHEMED EBDO

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 şêwekar û hezkiriyên şêwekariyê yên destpêker, beriya 3 mehan komeke bi navê "Şopa Orkîd" ava kirine û bi derfetên xwe yên xweser dê li ser dîwarên kolanên hin taxên bajêr wêneyan xêz bikin.

Heta niha tu aliyek xwedî li însiyatîfa vê komê derneketiye, ew bi xwe boyaxê û madeyên pêwîst dikirin.

Ev huner, yek ji hunerên herî kevin e ku bi hebûna mirovê seretayî re wekî zimanekî dîtbarî hebûye, ji nivîsên li ser dîwarên şikeftan dest pê dike û dûre wêneyên li ser gipsê li Yewnanistana kevnar dihatin xêzkirin û li sûkên giştî dihatin danîn.

Ev huner gelek girîng e, nemaze ku dîroka şaristaniya Firewn a kenvar de bi rêbaza herî guncew bi hezaran salan parast. Bi pêşketina civakan re, ev huner wek xebatên xirakirinê navandin. Lê gelek akademisyenên hunerî, destnîşan dikin ku ev huner gelek girîng e ji ber ku şêwazeke naskirî ya vegotinê û rêya danûstandina bi civakê re ye.

Bi dîtina xebatên li kolanên Qamişloyê pêk hatine, dê temaşevan wêneyên xeyalên yên zarokan bibîne. Ruxmî ku gelek mijar hene dikarin bi rêya vê hunerê balê bikişînin ser. Mîna hişyarkirina şêniyan ji bo pêşgirtina li îsrafa avê.

Têkildarî mijarê wênesaz Samir Kalo diyar kir ku ew ji pejirandina vê hunerê dixwazin li gel 13 salên alozî û şer geşbiniyê di nav zarokan de belav bikin û kolanên xwe xweşik bikin.

Koma “Şopa Orkîd” plan dike ku heke piştgiriya pêwîst bi dest bixe, însiyatîfa xwe firehtir bike ku heta niha 3 qonaxên wê hene. Yek jê li Girkê Legê û yên din li Qamişloyê ne.   

Endamên komê dibêjin ew amade ne, li ser tevahî dîwarên kolanên bajêr wêneyên çandî û hişyarkirinê xêz bikin û hêviyê belav bikin.

Însiyatîf, ne ya yekemîn e lê belê beriya wê jî bi teşwîqkirina Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn ku ruxsetên pêwîst ji wan re pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA