Serokên koma BRICS li Başûrê Afrîkayê dicivin

Serokên dewletên BRICS li Johannesburgê civiyan ji bo ku tev li lûtkeya firehkirina komê bibin. Hin endamên komê hewl didin ku vê komê bi rojava re bikin hêzeke parallel.

Serokên koma BRICS li Başûrê Afrîkayê dicivin
22 tebax, 2023   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Başûrê Afrîkayê mazûvaniya serokê Çînê Xi Jinping kir, ji bo ku tev li lûtkeya koma BRICS bibe

Serokê Başûrê Afrîkayê Cyril Ramaphosa got ew bi nêrîna serokê Çînê re ne ku BRICS gelek girîng e û di sererastkirina pergala cîhanî de, propagandakirina pirrengiyê û hevkariyê di cîhanê de, roleke girîng dilîze.

Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî dê beşdarî lûtkeyê bibin ku dê ji 22ê Tebaxê heta 24`ê Tebaxê bidome.

(şx)