Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest

Bi dehan gel û malbatên şehîdan ji bo sersaxiyê ji malbata şehîd Zîn Sekvan (Roşîn Elî) bixwazin berê xwe dan gundê Bakacê yê başûrê Kobanê

Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn re xwest
22 tebax, 2023   17:38
KOBANÊ

Şehîd Zîn Sekvan (Roşîn Elî) di qonaxa duyemîn a rêzgarkirina Efrîn de cih girt, lê bi êrîşa dewleta Tirk a xedar de şehîd bû. Îro danê nîvro bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Di merasîma sersaxiyê de ku li gundê Bakacê yê başûrê Kobanê hatiye lidarxistin de, bi dehan xelkê herêmê û malbatên şehîdan hazir bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Salih Nûh di merasîmê de axivî û got: “Bi saya hevalên weke Zînê em gihîştin vê astê. Şehîd Zîn û hevalên wê ji bo avakirina civakeke azad canê xwe feda kirin.

Nûh soz da ku li ser xeta azadiyê û şehîdan bin û got: “Dijmin bi tevahî teknîka modern êriş dike lê li hember berxwedan û îradeya şagirtên Rêber Apo bi bin dikeve.”

Piştre bavê şehîd Zîn Mehmûd Elî wiha axivî: “Keça min serê Kurd û Kurdistanê bilind kir û ji dijmin re got na. Ez bi şehadeta wê serbilind im. Bi hezaran zîn rabûne ser piyan, wê tola keça min hilînin. Ez vê şihadetê diyarî Rêber Apo û tevahî hevalên keça xwe zîn dikim û ez dibêjim em ê ser bi kevin. ne yek ji me here, eger yek bimîne jî em ê serkeftinê teqez bikin."

Di dawiya merasîmê de beşdaran sloganên “Şehîd Namirin” û “Bi can û bixwîn em bi te re ey şehîd” berz kirin. 

(EKÎP)

ANHA