Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bangên xurtkirina têkoşînê

Şêniyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda  li ser Rêber Abdullah û nameyên gefên qetilkirina wî şermezar kirin û got, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn were xurtkirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bangên xurtkirina têkoşînê
22 tebax, 2023   23:36
ŞEHBA

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî tecrîdê û nameyên xwarinên gefan ên ji bo Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bang têne kirin.

Sureya Hebeş diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gelekî dirêj kiriye û daxwazên dîtina wî têne redkirin û got: "Ji Adara 2021'ê ve tu agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin, ev neheqiyeke. Rêber Apo nûnertiya tevahî cÎhanê dike, ji ber vê jî em bang li tevahî gelan dikin ku ji bo azadiya wî dakevin qadan."

Yasmîn Muslim anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Rêber Abdullah Ocalan e û wiha dom da axaftina xwe: " Bi rêya tecrîdê dixwzin îrade gel û Rêbertî bişkînin, lê nikarin îradeya me bişkînin ji  ber  ku em li ser fikira Rêber Apo  hatin fêrkirin. Em ê fikir û felsefeya Rêber Apo hîn zêdetir di nava civakê de  belav bikin."

Şêxo Îbrahîm jî bi bîr xist ku 24 sal in siyasetên tecrîdê li dijî Rêber Ocelan berdewam dikin û got, siyaseta tecrîdkirinê ku ev 24 sal in li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin nikarin îradeya wî bişînin.

Şêxo Îbrahîm bang li  rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku tavilê destwerdanê bikin û siyasetên şerê taybet ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin. Her wiha  bang li tevahî gelan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan geş bikin.

Îlham Şêxo anî ziman ku ew ê  li hemberî siyasetên ku şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser gelan têne meşandin têkoşîn û berxwedanê xurt bikin û li derdora ramanê Rêber Abdullah Ocalan kom bibin. Îlham  bang li tevahî gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li têkoşînê bibin.

Hevseroka Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Delal Xelîl destnîşan kir ku li Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin heye û her ku diçe tecrîd tê girankirin û faşîzma AKP’ê jî bi navê olê aloziyê kûrtir dike. 

Delal anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan li hemberî pergala desthilatdar berxwedaneke dîrokî dimeşîne û ji bo civakê çareseriyê datîne û got: “Em weke Kongra Îslama Demokratîk rêbazên çareseriyê yên Rêber Abdullah Ocalan girîng dibînîn.”

Delal Xelîl got çawa ku Mihemed pêxember ji bo civakê Peymana Medîneyê danî, niha jî peyam û çareseriya Rêber Abdullah Ocalan heman tişt e.

Delal destnîşan kir ku nêzî 2 sal e tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin û wiha domand: “Tecrîda ku niha li Îmraliyê tê meşandin, di heman demê  de li ser  gelên azadîxwaz tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker û rayedarên wê bi tecrîdê dixwazin gel û civakê ji hev qut bikin. Ji ber vê her ku diçê tecrîdê girankir dikin.”

Hevseroka Kongra Îslama Demokratîk da zanîn ku bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarkirina mirovahiyê ye û got lewma niha li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd, di serî de jinên Kurd, li hemberî tecrîdê tê dikoşin.

Delal Xelîl bal kişand li ser çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî tecrîdê û komkirina nêzî 3 milyon îmzeyan û şandina wan ji CPT'ê re jî û di dawiyê de jî got divê têkoşîn were bihêzkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.

(zş/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8vbwUjY6yBA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>