Hakan Fîdan li Bexdayê ye

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de gihişt Bexdayê.

Hakan Fîdan li Bexdayê ye
22 tebax, 2023   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên medyaya xwecih a Iraqê wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan îro bi serdanekê gihişt Bexdayê.

Biryar e Hakan Fîdan bi her sê serokên serokatiyên Iraqê anku Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê re hevdîtinê pêk bîne û bi wan re li ser çend mijarên; aborî, siyasî û serdana Erdogan a ji bo Iraqê guftigo bike.

Her wiha biryar e ku Hakan Fîdan piştî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Iraqê re bi berpirsên Herêma Kurdistanê, bi taybet jî malbata Barzanî re hevdîtinan bike.

Herwiha yek ji mijarên girîng yên serdana Fîdan ji bo Iraqê bê gûman gotûbêjên her du welatan yên li ser dosyaya petrol û avê ku wê li Enqere û Bexdayê bên lidarxistin. Her wiha tê payîn ku piştî serdana Fîdan, wê serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan serdana Iraqê bike.