Gaziyên şer: Divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser pêyan

Saziya Gaziyên Şer tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ev bang kir “Divê tevahî kurdistanî ji bo Rêber Apo rabin ser pêyan.”

Gaziyên şer: Divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser pêyan
22 tebax, 2023   09:33
ŞEHBA

Gaziyên şer ên kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyaniya bi navê Saziya Gaziyên Şer a Kantona Efrînê û Şehbayê ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Eliye Ebdo ve û bi zimanê erebî ji aliyê endamê saziyê Gîvara Şoreş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke din soza bilindkirina têkoşînê didin. Her wiha em ê li hember şerê taybet ê ku di asta herî jor de li dijî gelê me tê meşandin, bibin mertal. Berxwedana me dê li vir mezintir bibe. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe dê çalakiyên me neyên rawestandin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan qet nayê qebûlkirin û ev bang hat kirin: “Divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li faşîzma Tirk a ku qanûnên navneteweyî binpê dike, were anîn. Em ê li dû rêka fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê  hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rabin ser pêyan.

(zş/bb)

 ANHA