Hakan Fîdan îro serdana Bexdayê dike

​​​​​​​Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand ku wê îro Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Bexdayê bike. Tê payîn piştî Bexda Fîdan serdana Hewlêrê jî bike.

Hakan Fîdan îro serdana Bexdayê dike
22 tebax, 2023   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand ku wê îro Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk serdana paytexta Iraq, Bexdayê bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê Fîdan bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re bicive.

Tê payîn Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan piştî Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike û bi rayedarên PDK’ê re bicive.

Hêjayî gotinê ye beriya niha Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihandibû ku wê Hakan Fîdan di 23’yê Tebaxê de serdana Iraqê bike.