7 hezar kes ji ber kêmkirina ava Firatê nexweş ketine

Komîteya Tenduristiyê diyar kir ku ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, qirêj li qiraxa çem belav bûye. Komîteyê da zanîn ji destpêka îsal ve 6 hezar û 879 kes ji ber vê qirêjiya ava çem nexweş ketine.

7 hezar kes ji ber kêmkirina ava Firatê nexweş ketine
22 tebax, 2023   09:00
KOBANÊ

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Elaedîn Keno Eto da zanîn ku ji ber birîna ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, çirav çêbûne û ava qirêjî bûye. Eto diyar kir ku di encamê de nexweşî li gundên li keviyên çem belav bûne.

Keno Eto ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê re axivî û diyar kir ku di dema dawîn de gelek nexweşî li bajarok û gundên li beramberî çem belav bûne ku jêdera sereke ya ava vexwarin û avdanê ye.

Eto anî ziman ku ji destpêka îsal ve 6 hezar û 879 kes li deverên kantona Kobanê yên li qiraxa çem nexweş bûne. Li gorî Keno Eto, li navçeya Qenaya 6 hezar û 200 kes û li gundên Melîha, Xişxaş, Cada û Remala yên Sirînê jî 687 nexweş ketine.

Elaedîn Keno Eto diyar kir ku nexweşiyên ji ber qirêjbûna ava çem belav bûne, navçûyîn, îltîhaba kezebê û gurîbûnê çerm in.

Nexweş bê pere li 9 navendên tenduristiyê yên girêdayî Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê tên dermankirin.

(bb)

ANHA