Îsraîlê careke din êrişî Şamê kir

Îsraîlê li derdora Şamê hin nuqte topbaran kirin. Hate ragihandin ku ji ber topbaranê kuştî û birîndar hene.

Îsraîlê careke din êrişî Şamê kir
22 tebax, 2023   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê baregehên leşkerê yên li başûrê rojava û başûrê rojhilatê Şamê kirin hedef. SOHR’ê diyar kir ku di topbaranê de 2 kes hatin kuştin ku nasnameyên wan nehatin diyarkirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ya ser bi hikumeta Şamê ve jî ragihand, di êrişa Îsrîalê ya li dijî nuqteyeke li Şamê de leşkerek birîndar bûye û ziyanên madî çêbûne.

SANA'yê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî ragihand: "Duh bi şev saet di 23:05'an de, Îsraîlê ji aliyê Colana Sûriyeyê ya dagirkirî ve hinek moştek avêtin nuqteyên li derdora bajarê Şamê."

Hate ragihandin ku baregeha li herêma Kiwêsê û baregeha maşîneyan a li nêzî Balafirgeha Şamê rûxiyan.

SOHR’ê da zanîn ku Îsraîlê bi kêmanî 3 baregehên hikumeta Şamê ku depo lê hene û baregehên leşkerî yên Hizbullah û komên Îranê bi moşekan topbaran kirin.

Di 7'ê vê Tebaxê de jî Îsraîlê herêma Kiswê kiribû hedef.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve Îsraîlê 23 êriş (18 hewayî û 5 bejahî) li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîne.

Di encama van êrişan de, 52 depoyên çekan, baregeh, navend û maşîne hatin rûxandin. Her wiha 59 leşker hatin kuştin û 61 leşker birîndar bûne. Ji leşkerên birîndar bûne, 24 ên hikumeta Şamê ne.

Êrişên ku hatine kirin li van deveran in; 10 li Şam û gundewarên wê, 6 Quneytra, 1 Hema, 2 Tertûs, 3 Heleb, 3 Siwêda, 2 Dera û 3 li Humisê.

 (bb)