Gerîla derbên giran li artêşa dagirker dixin; êrişên ji bo parastinê

Di şerê meha dawî de taktîka herî girîng a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, êrişên ji bo parastinê ne. Hêzên gerîla bi êrişan bêhnê li artêşa Tirk a dagirker diçikînin.

Gerîla derbên giran li artêşa dagirker dixin; êrişên ji bo parastinê
22 tebax, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Dilara Nûrhaq ku li qadê ye, şerê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yê li hemberî êrişên dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxand.

Rojnamevan Dilara Nûrhaq anî ziman ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser qadên gerîla, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xeteke berxwedanê ava kirine û destnîşan kir ku di şerê meha dawî yê li Girê Cûdî de gerîla bi taktîkên nû yên şer ketiye pozîsyona êrişa ji bo parastinê û bi moraleke mezin derbên giran li artêşa dagirker dixe.

Artêşa Tirk ku par dest bi êrişa dagirkeriyê ya li ser qada Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê kir, li hemberî berxwedana gerîla neçar mabû xwe vekişîne.

Dilara Nûrhaq anî ziman ku hêzên gerîla bi taktîkên nû yên şer bi rengekî bênavber bi êrişan derbên giran li artêşa dagirker dixin û got: "Operasyona dawî mehek li pey xwe hişt. Artêşa Tirk li gorî salek berê ji operasyonê nekarî encamê bi dest bixe. Tevî teknîka li ber dest xwe jî nekarî encama ku plan dikir bi dest bixe. Bi derbên giran ên gerîla re bi hezaran kuştî da û neçar ma xwe ji qadê vekişîne. Piştî ku vekişiya jî amadekariyeke mezin kir û li dû 7 mehan careke din li ser vê qadê dest bi operasyonê kir.

Dewleta Tirk a dagirker di nava tevgerên Kurdan hemûyan de Tevgera Azadiyê ya Kurd ji xwe re kiriye hedefeke stratejîk û êrişî wê dike. Ji ber ku dewleta Tirk baş zane ku heta PKK hebe wê nikaribe dagirkeriya xwe ya li ser Kurdistanê û herêmê berfireh bike. Dewleta Tirk ji bo karibe plana xwe ya Mîsakî Mîllî pêk bîne û xwe bigihîne hin sînoran, qadên gerîla li hemberî xwe weke astengiyê dibîne û êrişê dibe ser van qadan. Yek ji qadên ku li pêşiya xwe weke asteng dibîne Girê Cûdî ye. Li ser vê qadê ku gelek kuştî lê da û neçar ma xwe jê vekişîne careke din dest bi êrişê kir. Qada Girê Cûdî li ser xeta bajarên Başûrê Kurdistanê cihekî sînor e. Xeteke ku sêgoşeya Metîna, Zap û Garê lê digihêje hev. Girîngiyeke xwe ya bi vî rengî heye. Lewma êrişî vê qadê kirin."

GERÎLA HER ROJ LÊ DIDE

Nûrhaq çavdêriyên xwe yên li ser şerê mehekê yê li qadê bi vî rengî parve kir: "Di şerê par de Gerîlayên Azadiyê bûn xwedî tecrûbeyeke mezin. Şer jî li gorî vê tecrûbeyê plan dikin. Gerîla li hemberî êrişa şeva destpêkê ya artêşa Tirk berxwedaneke mezin nîşan da. Derbeke mezin li artêşa dagirker xist. Bi taybetî dema ku artêşa Tirk a dagirker leşker datanî, derbeke mezin ji gerîla xwar. Li hemberî êrişa dagirkeriyê ya mehekê hêzên gerîla her roj çalakiyan dikin. Bi taktîkên nû, êrişên sekvaniyê û koordîneyî çalakiyên profesyonel dikin. Dikin ku artêşa dagirker gelek kuştiyan bide. Bi taybetî çalakiyên sekvaniyên yên gerîlayên YJA Starê li vê qadê gelekî zêde ne. Gerîlayên YJA Starê nahêlin ku leşkerekî bi tenê jî ji çeperê derkeve û tevbigere. Dema ku dagirker xwe li qadê datînin, ji qadê nikarin derkevin. Gava xwe dilivînin dibin hedefa êrişên gerîla.

LI GIRÊ CÛDÎ XITIMÎNE

Niha li wê qadê xitimî ne. Ji xwe çapemeniya HPG'ê jî di bîlançoya çalakiyan de vê yekê nîşan dide.

Di şerê mehekê de yê li vê qadê ku rojane diqewime, taktîka herî girîng a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê êrişên bi armanca parastinê ne. Hêzên gerîla bi êrişên mezin bêhnê li dijmin diçikînin, nahêlin ku dijmin li vê qadê bigihêje armanca xwe ya êrişa duyemîn.

Bi taybetî di şerê mehekê de hin xusûs hene ku di şerê gerîla de divê bêne fêhmkirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di vî şerê nû de şev û roj bi taktîkan her roj çalakiyan lidar dixin ku ev yek gelekî girîng e. Di vî şerî de ku tîmên li qadê û yên li tunelan hevdu temam dikin, tecrûbeyeke mezin hatiye bidestxistin. Taktîka nû ya şer a gerîla tecrûbeyeke mezin afirandiye ku wê wan bi ser bixîne. Bi vê taktîka nû ya şer teknîka dagirkeran têk dibin. Bi taybetî YJA Starê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de performanseke girîng nîşan da. Careke din hate ispatkirin ku hêza jinê ji bo welatê xwe dikare çi bike.

MORALÊ GERÎLA ZÊDE YE

Di vî şerî de tiştekî din ku balê dikişîne ew e ku êrişên gerîla, derbên gerîla yên li helîkopteran tê xistin ji aliyê leşkerên Tirk bi xwe ve têne parvekirin. Ev jî têkçûna wan a psîkolojîk radixe pêş çavan. Dema ku em dibêjin ku artêşa Tirk xitimî ye, em meseleyê nanepixînin. Çalakiyên gerîla û encamên wê vê yekê nîşan dide. Şer bi rengekî giran dewam dike. Gerîla bi performanseke bilind û moralekî zêde şer dike. Ji ber ku performansa destpêkê ya şerê bi vî rengî gelekî girîng e."