Şêniyên Minbicê: Em soz didin Rêber Apo ku tecrîdê bi dawî bikin

Şêniyên Minbicê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî kir û banga bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Şêniyên Minbicê: Em soz didin Rêber Apo ku tecrîdê bi dawî bikin
Şêniyên Minbicê: Em soz didin Rêber Apo ku tecrîdê bi dawî bikin
Şêniyên Minbicê: Em soz didin Rêber Apo ku tecrîdê bi dawî bikin
Şêniyên Minbicê: Em soz didin Rêber Apo ku tecrîdê bi dawî bikin
Şêniyên Minbicê: Em soz didin Rêber Apo ku tecrîdê bi dawî bikin
Şêniyên Minbicê: Em soz didin Rêber Apo ku tecrîdê bi dawî bikin
21 tebax, 2023   16:03
MINBIC

Çalakiya konvedanê di 18'ê Tebaxê de li qada Yekitiya Werzîşê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ve hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Di roja dawîn a çalakiyê de, şêniyan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Di roja 3'yemîn a çalakiyê de bi dehan şêniyên Minbicê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El Hisên got: "Şêniyên Tebqa, Minbic, Kobanê û seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vir banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tendirustî dikin."

El Hisên wiha domand: "Rêber Abdillah Ocalan ji bo biratiya gelan xwe feda kir ji ber ku ew çareseriya tekane ya hemû pirsgirêkên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e. Em ji vir soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku rêya wî bişopînin û xwedî li projeya wî derkevin û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

Her wiha, endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Husam El Şewax semînerek li ser aliyên dermirovî û derhiqûqî yên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û komploya li dijî wî, da.

Beşdaran bi daxuyaniyekê çalakiya konvedanê bi dawî kir. Di daxuyaniyê de banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîî Izedîn ve hat xwendin.

Izedîn di serî de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û komploya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku tecrîdeke giran ji 3 salan de li dijî wî dimeşîne, şermezar kir.

Izedîn destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bû sedema serhildana gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û wî wateya jiyan û azadiyê bi gel da nasandin.

Izedîn wiha lê zêde kir: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan em rizgar bûn û bûn xwedî hêz, îro jî ji vê konê em bang li rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan û yên hiqûqî û CPT'ê dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Izedîn di dawiya daxuyaniyê de got: "Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em ji bo bidawîkirina tecrîda li ser wî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî asta têkoşîna xwe bilind bikin."

(mh/şx)

ANHA