`Lidarxistina BRICS’ê di vê demê de xwedî nîşaneyên aborî û ewlehiyê ye`

Lêkolîner Sufiyan Seîd got hevbendiya BRICS'ê li gel aloziyên di navbera hêzên mezin de lûtkeya xwe li dar dixe. Ji ber wê, lûtke xwedî nîşaneyên aborî, siyasî, ewlehî û leşkerî ye.

`Lidarxistina BRICS’ê di vê demê de xwedî nîşaneyên aborî û ewlehiyê ye`
22 tebax, 2023   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Wê di 22-24`ê Tebaxê de lûtkeya koma BRICS’ê li dar bikeve. Tevî serokên dewletên koma BRICS’ê (Brezîlya, Rûsya, Hindistan û Başûrê Afrîkayê) dê zêdetirî 40 serokên dewlet û hikumetan tev li lûtkeyê bibin û gelek dosya bên nîqaşkirin.

Ji dema ku ev kom di sala 2009`an de hatiye damezirandin, dewletên endam hewl didin bibin hêzeke aborî wekî dewletên koma G7’an.

Der barê mijarê de lêkolîner û profesorê li Zanîngeha Extra Sufyan Seîd got lidarxistina lûtkeyê di vê demê de, xwedî nîşaneyên siyasî, aborî û ewlehiyê ye û got: “Dewletên herî mezin ên BRICS`ê; Çîn û Rûsyayê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne ku ji aliyê NATO û rojava ve têne kirin.”

Sufyan Seîd anî ziman ku lûtke, bersiva xurt Çînê ye û sedemên vê yekê spart van xalan: "Ya yekemîn mijar girêdayî kar û barên ewlehiyê li deryayê başûrê Çînê û tengava Taywanê ye. Ya din hevrikiya Rûsyayê li hember rojava ye, ruxmî ku li ser serokê Rûsyayê Pûtîn qedexeya derketina ji welêt heye. Heke Pûtîn biçe Başûrê Afrîkayê, dê gaveke girîng be ji bo ku hegemonyaya rojavayî qebûl neke.”

Li gorî Seîd, lidarxistina lûtkeyê di vê demê de xwedî girîngiyeke aborî ye, nexasim di aliyê beşdarbûna çalak û xurt a Çîn û Hindistanê de ku bi navê cîhana başûr (Global South) têne naskirin. Seîd wiha domand: “Aboriya Hindistanê mîna ya Çînê ye. Her du jî di rêya geşepêdanê û firehbûnê de ne. Ev jî bala dewletên Afrîka, Asya û heta yên latînî dikişîne da ku daxwaz ji BRICS'ê bikin ku tev li komê bibin.”

Têkildarî daxwaza gelek dewletan ku tev li komê bibin, Seîd got: “Aboriya komê ji sedî zêdetirî 40 aboriya cîhanê ye. Ev tê wê wateyê ku siberoja geşepêdanê bi awayekî sereke xwe dispêre têkiliyên aborî yên bi BRICS'ê re. Ji ber wê jî zêdetirî 20 welatên cîhana başûr dixwazin tev lê bibin.”

Seîd bal kişand ser pirrengiya balkêş a dewletên ku dixwazin tev li BRICS’ê bibin mîna Erebistana Siûdî, Îran, Tayland, Viyetnam, Venezuela û Arjantînê û got: “Sedema sereke ya van dewletan aborî, ewlehî, siyasî û heta leşkerî ye. Lê ya aborî dehf da van dewletan ku hewl bidin tev li komê bibin.”

Di dawiyê de Sufyan Seîd destnîşan kir ruxmî ku diyardeya aboriyê bi awayekî mezin lê serwer e, lê BRICS ne hevbendiyeke aborî tenê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rojava hesabê ji vê komê re dike û wekî xetereyeke mezin li ser xwe dibîne. Lê aborî xwedî bandoreke neyekser li siyasetê û hebûna xurt a leşkerî heye. Hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Afrîkayê hêzeke aborî ya mezin e ku nûnertiya BRICS’ê li cîhanê dike. Ji ber wê em dikarin bêjin, BRICS hevbendiyeke pirqutub e di nav de ya aborî, ewlehî, siyasî û heta leşkerî heye.”

(şx)

ANHA