`Ji bo gel bi rûmet û serfiraz bijî şehîdan canê xwe feda kir`

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Eniya El Ekrad Îbrahîm Mihemed li goristana şehîdan oxir kir û destnîşan kirin ku şehadet, vîn xurttir dike û rêya serkefitnê û azadiyê xêz dike.

`Ji bo gel bi rûmet û serfiraz bijî şehîdan canê xwe feda kir`
`Ji bo gel bi rûmet û serfiraz bijî şehîdan canê xwe feda kir`
`Ji bo gel bi rûmet û serfiraz bijî şehîdan canê xwe feda kir`
`Ji bo gel bi rûmet û serfiraz bijî şehîdan canê xwe feda kir`
`Ji bo gel bi rûmet û serfiraz bijî şehîdan canê xwe feda kir`
21 tebax, 2023   19:09
MINBIC

Endamên Rêveberiya Sivîl, komîteyên girêdayî wê, xet û meclisên sivîl, partî, rûspiyên herêmê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Jinan a Leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma oxirkirinê bûn ku li goristana şehîdan a başûrê bajêr li dar ket.

Di merasîma oxirkirinê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze El Hesen axivî û got: “Em bejna xwe li ber fedakariyên şehîdan ditewînin ku di oxira parastina vê axê kirine.”

Ezîze soz da şehîdan ku rêya wan bi rêya parastina mîrasa wan dê rêya şehîdan bişopînin.

Ji fermandarên Hêzên Eniya El Ekrad Mihemed Elî wiha axivî: “Em soz didin tevahî dayîkên şehîdan ku dê li ser şopa wan bin ta ku axa dagirkirî rizgar bibe. Em soz didin ku axa welêt heta dilopa dawî biparêzin.”

Dûre cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Cuma Heyder axivî û got: “Ciwanên herêmê hîna mucîzeyan û serkeftinê pêk tînin. Ji bo ku gelê Minbicê bi rûmet û serfiraz bijî, canê xwe feda dikin.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen El Hisên wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de girseyê, cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de veşart.

(şx)

ANHA