Ji ber birçîbûnê zêdetirî 500 zarokên Sûdanê jiyana xwe ji dest da

Li Sûdanê zêdetirî 498 zarok ji destpêka şerê di 15'ê Nîsanê de, ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber birçîbûnê zêdetirî 500 zarokên Sûdanê jiyana xwe ji dest da
22 tebax, 2023   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina “Zarokan xilas bikin” roja sêşemê da zanîn ku li Sûdanê ji ber birçîbûnê zêdetirî 498 zarok di 4 mehên şer de jiyana xwe ji dest da.

Gerînendeyê rêxistinê yê Sûdanê Arif Nûr bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li Sûdanê ji sedî 35`ê gelê wê ji ber birçîbûnê zehmetiyan dikişînin û got: "Zarok ji birçîbûnê dimirin, hemwextî wê jî derfet heye ku ev pêk neyê."

Nûr wiha domand: "Li Sûdanê zêdetirî 498 ji destpêka şerê 15'ê Nîsanê de ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye. Me tu carî bawer nedikir ku ewqa zarok ji ber birçîbûnê bimirin. Lê ev rewşa nû ya Sûdanê ye."

(mh/şx)