Şêniyên Siwêdayê banga nenavendîbûna Sûriyeyê kir

Bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê derketin xwepêşandanê û ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê banga Sûriyeyeke nenavendî kir.

Şêniyên Siwêdayê banga nenavendîbûna Sûriyeyê kir
21 tebax, 2023   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê bi sedan şênî daketin xwepêşandanan û siloganên dûrxistina Beşar Esed ji desthilatê berz kirin.

Xwepêşandêran siyasetyên hikumeta Şamê ya ku daxwazên gel paşguh dike nexasim piştî paşketina rewşa aborî, şermezar kirin û banga Sûriyeyeke nenavendî ji bo çareserkirina kirîzê kir.

Her wiha, gelek welatiyên din jî li gundê El Sûra yê bakurê Siwêdayê xwepêşandanek li dar xist û avahiya şaredariyê girt.

Li gundê Qîsma yê rojhilatê Siwêdayê jî şêniyan ji bo piştgiriya xwepêşandanên bajêr dikanên xwe girtin.

Ev 2 roj in xwepêşandan li seranserî Siwêdayê didomin ku hîn jî dikan û saziyên fermî û rêyên sereke girtî ne û tevgera di hundirê bajêr de jî rawestiyaye. Sibeha îro jî xwepêşandêran avahiya partiya Baas a navenda bajêr girt û rêya  Reha - Siwêda, rêya Qerya - Siwêda, rêya gundê Mecadil, rêya Rîme Hazim - Welxa yên rojavayê Siwêdayê girtin.

Têkildarî heman mijarê, bi dehan şêniyên bajarokê Erîqa yê rojavayê Siwêdayê banga pêkanîna biryara 2254 kir û li gundên Hewaya, Qenewat, Mecadil, Rîme Hazim, Welxa, Kefer û Zîbîn ji bo piştgiriya xwepêşandanan bi temamî hatin girtin.

(mh/şx)