Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest

Şêniyên navçeya Til Birak sersaxî da malbata şehîdê Hêzên Erka Xweprastinê Xalid Xemîs Heşaş.

Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Xalid Heşaş xwest
21 tebax, 2023   12:54
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak a kantona Qamişloyê ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Xemîs Heşaş ê 16'ê Tebaxê li ser erka xwe şehîd bû merasîmê sersaxiyê li dar xist.

Konê sersaxiyê li gundê Ebû Hicêra yê bakurê rojhilatê navçeya Til Birak hat vedan.

Ji saetên destpêkê yên sibehê ve bi sedan şênî herikîn bin kon û sersaxî xwest.

Di bin konê sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Şucai El Hesir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: " Xalid gihaşt asta şehadetê. Heta hetayî şehadet cihê serferaziyê dimîne."

Endama Kongra Star a Til Birakê Zehra El Mutleq pesên rola şehîdan da û got: "Dilovahî ji şehîdên me re ku ji bo azadî û rûmetê canê xwe dane. "

Di merasîmê de endamê Meclisa Navçeya Til Birakê Mûsa El Mûsa jî soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serketinê da.

Piştre wesîqeya şehadetê ya Xalid Heşaş hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA