Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî bê navber dewam dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji mala wî derxist û 4 welatiyên din agahdar kirin ku malên xwe vala bikin. Her wiha welatiyekî din revand.

Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî bê navber dewam dikin
19 tebax, 2023   09:45
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî xwecih dane, çeteyên koma El Emşat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Arif Kezûm (Arif Dimsî) bi darê zorê ji mala wî derxist da ku malbateke biyanî lê bi cih bike.

Çavkaniyê da zanîn ku çeteyên heman komê 4 kesên din bi gefa revandin û qetilkirinê de agahdar kirin ku malên xwe vala bikin, ji bo malbatên din li şûna wan bi cih bikin.

Li gorî çavkanî, 4 kesên ku gef li wan hatine xwarin ev in; Ebdurehman Osman Necar, Silêman Mihemed Hec Îbrahîm, Mihemed Heyder Elkî û Welîd Heyder Elkî.

Çavkaniyekî din ji navçeya Mabatayê jî diyar kir ku çeteyên El Emşat welatiyê bi navê Hesen Qaziqlî Bekir cara duyemîn revand. Hesen Qaziqlî Bekir beriya derdora mehekê piştî dayîna sor û grantiyên derew vegeriyabû navçeyê û hat revandin, lê li beramberî dayîna fidiyeya hezar dolarî hatibû berdan.

(bb)

ANHA