ECOWAS: Ji  bo destwerdana leşkerî ya li Nîjerê demek hat diyarkirin

Koma Aborî ya Welatên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ragihand ku ji bo destwerdana leşkerî ya li Nîjerê demek hat diyarkirin.

ECOWAS: Ji  bo destwerdana leşkerî ya li Nîjerê demek hat diyarkirin
19 tebax, 2023   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Kar Barên Siyasî, Aştî û Ewlehiyê yê ECOWAS'ê Ebdulfetah Mûsa li paytexta Gana, Accra di civîneke çapemeniyê de ragihand ku hêzên leşkerî di çi dema ku biryara destwerdana leşkerî li Nîjerê were dayîn de, amade ne.

Mûsa piştî civîna ECOWAS'ê ku du rojan dewam kir û duh bi dawî bû, ji rojnamevanan re got: "Ji bo destwerdana leşkerî rojeke hatiye diyarkirin. Lê em vê rojê eşkere nakin."

Hefteya borî Koma Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê birayra aktîfkirina hêza herêmî ya yedek da, ku xwe ji bo destwerdana leşkerî ya li Nîjerê amade bike.

(bb)