Li Babê di şerê navbera çeteyan de 3 welatî birîndar bûn

Li herêmên dagirkirî ji ber bilindkirina buhayê kehrebeyê  bertek hatin nîşandan û banga xwepêşdanan hat kirin. Li aliyekî din jî di encama şerê navbera komên çete de 3 welatî birîndar bûn.

Li Babê di şerê navbera çeteyan de 3 welatî birîndar bûn
Li Babê di şerê navbera çeteyan de 3 welatî birîndar bûn
Li Babê di şerê navbera çeteyan de 3 welatî birîndar bûn
19 tebax, 2023   10:57
ŞEHBA

Şîrketa Kehrebeyê ya Tirkiyeyê AK- ENERGY ku kehrebeyê dide herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, buhayê kehrebeyê bilind kir. AK-ENERGY buhayê yek kîlowat kehrebeya ji bo malan ji 3,20 lîreyên Tirkî û kehrebeya ji bo bazirganî ji 4,75 lîreyên tirkî kir 6 lîreyan.

Şêniyan li dijî bilindkirina buhayê kerhebeyê bertek nîşand. Her wiha li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan banga xwepêşandanan hat kirin.

Duh di saetên derengî şevê de li bajarokê Bezaa yê gundearê Babê ya dagirkirî di navbera çeteyên El Hemzat û eşîra Şemer de şerekî dijwar qewimî. Şerê ku piştî kuştina endamekî eşîra Şemer derket heta vê sibehê dewam kir.

Li navenda bajarê Babê jî duh bi şev ji ber pevguhestina pereyan şer di navbera du komên çeteyan de qewimî. Di encama şer de 3 welatiyên bi navên Mistefa Wakî, Ebdulezîz Wakî û Elî Wakî birîndar bûn.

Li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê, di navbera çeteyên Sultan Silêman Şah a di lîsteya cezayan a Amerîkayê de û çeteyên Nuredîn El Zinkî de şerekî dijwar rû da. Şer ji ber bangên xwepêşadanên li dijî cezayên Amerîkayê derket.

(bb)