Meclisa Leşkerî ya Til Temirê parkek ava kir

Meclisa Til Temirê ya Leşkerî li şûna avahiyeke xwe ku dewleta Tirk a dagirker topbaran kiribû, parkek ava kir û navên şehîdên topbaranê lê kir.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê parkek ava kir
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê parkek ava kir
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê parkek ava kir
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê parkek ava kir
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê parkek ava kir
19 tebax, 2023   02:37
HESEKÊ - ARAM MIHEMED

19′ê Tebaxê salvegera duyemîn a şehadeta fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê; endama Fermandariya Giştî ya QSD′ê Sosin Bîrhat, fermandar Egîd Girkê Legê, hevrêyên wan Seyfullah Ehmed û Rûbar Hesekê ne. Ew di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî avahiya têkiliyên leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûbûn.

Heman rojê hevrêyên wan fermandar Rênas Roj di êrişeke li dijî erebeya wî ya li ser rêya Qamişloyê de şehîd bûbû.

Ji bo bîranîna wan û berxwedana wan a li hember dewleta Tirk a dagirker Meclisa Leşkerî ya Til Temirê avahiya têkiliyan a ku bi rêya ajanên dewleta Tirk a dagirker hatibû hedefgirtin, kir park û navên wan şehîdan lê kirin û wêneyên wan li ser dîwarekî parkê daliqandin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Serêkaniyê ji ajansa re me fermandar Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, fermandar Sosin Bîrhat û hevrêyên wan bi bîr anîn û wiha got: "Beriya 2 salan bi destê îxanetê dewleta Tirk a dagirker navenda têkiliyan kir hedef, di encamê de fermandarên me şehîd bûn. Êriş û îxaneta li dijî her hevalekî/e me û şehîdxistina wan îsrara me ya şopandina rêya wan zêde dike."

Demhat Serêkaniyê wiha domand: "Ev cih veguherî parkekê. Berê navenda têkiliyên leşkerî bû û hevrêyên me her tim li wir bûn. Piştî şehdîbûna wan me navendî kir park û navên wan lêkirin."

Demhat Serêkaniyê diyar kir ku peyama wan aşkera ye û her sal dubare dibe ku ew bi hêvî û şopandina rêya şehîdan ve girêdayî ne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em soz didin tola wan hilînin."

Ji bo tolhildana şehîdan, QSD′ê operasyoneke leşkerî di 31′ê Tîrmeha 2022′yan de bi navê Pêngava Sondê li dijî ajanên dewleta Tirk a dagirker û kesên bi wê re dixebitin dabû destpêkirin û di encamê de 36 ajan girtin; ji wan fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd xistibûn.

(fr)

ANHA