Kehrebe gihaşt 5 gundên li eniyên şer

Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê dest bi dayîna kehrebeyê ji 5 gundên li eniyên şer re kir.

Kehrebe gihaşt 5 gundên li eniyên şer
Kehrebe gihaşt 5 gundên li eniyên şer
Kehrebe gihaşt 5 gundên li eniyên şer
Kehrebe gihaşt 5 gundên li eniyên şer
Kehrebe gihaşt 5 gundên li eniyên şer
Kehrebe gihaşt 5 gundên li eniyên şer
19 tebax, 2023   03:45
HESEKÊ

Bi hewldana peydakirina xizmetguzariyan ji gundên li eniyên şer ên bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li navçeyên Zirgan û Til Temirê re, Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê bi hevkariya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi projeya jinûve dayîna kehrebeyê li wan gundan kir.

Ev proje; ronîkirina gundan û 3 projeyên bîran li gundên Zirganê ye.

Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev gund di nava gefên qutbûna kehrebeyê de ne.

Hevserokê Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê Fehed Semîle ji ajansa me re wiha got: “Gundên Zêdiyê, Sendoqliyê, Xirbet Diwêş, Til Werd Şerqî û Sefraniyê, her wiha projeya zêdekirina 3 bîran li navçeya Zirganê li eniyên şer in û ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebeya van gundan qut bû."

Li gorî navendê, xebata dayîna kehrebeyê ji gundê Zêdiyê yê başûrê navçeya Til Temirê û dirêjkirina tora kehrebeyê dest pê kir. Kehrebeya vê torê ji xeta Xirbet El Îd ku ew jî ji stasyona Bendava Şerqî ya kantona Hesekê kehrebeyê dibe, kehrebeyê werdigire.

Semîle wiha domand: "Ji 2 salan ve, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên Til Temir û Zirganê de torên kehrebeyê zirar dîtin."

Semîle destnîşan kir ku di pêkanîna vê projeyê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dereng man.

Semîle di dawiyê de got piştî proje bi dawî bibe, kehrebe li 5 gundên Til Temir û Zirganê yên li eniyên şer dê bê peydakirin.

(fr)

ANHA