​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin

Şaredariyên gel ên herêma Firatê li ser pêkanîna 50 projeyên xizmetguzariyê dixebitin, her wiha şaredariya Minbicê ji Tebaxê ve rêyan qîr dike.

​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Firatê 50 projeyan pêk tînin
19 tebax, 2023   01:38
KOBANÊ

Şaredariyên gel ên herêma Firatê piştî nîvê meha Gulanê dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re kir.

Rêveberiya Xweser ji Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê ku girêdayî wê 15 şaredariyên gel hene, 2 milyon û 200 hezar dolar veqetandin û Kobanê xiste destpêka projeyan; ji ber ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên 2014′an de zirareke mezin dît.

Ji projeyên xizmetguzariyê yên şaredariyên gel li ser dixebite; sererastkirina torên kanalîzasyonan, qîrkirina rêyan, xîzkirin, her wiha projeyên xweşikbûna park, peyarê û çandina daran.

KOBANÊ

Dê li kantona Kobanê şaredariyagel ji nû ve torên avê li gundê Helincê sererast bike,  rîgaran li gundê Berxbatan deyne, pira gundê Bîr Reş û pira gundê Girkê sererast bike. Ji wê zêdetir dê rîgar û pirên biçûk çêke, bîrên ava vexwarinê bikole, rêya qîr bike, torên kanalîzasyon li navçeya Sirînê fireh bike, tora avê li bajarokê Çelebiyê fireh bike û li gundên pêdiviyên wan bi xizmetguzariyan hene dê boriyên bêtûnê bixin bin rêyan.

Heta niha xîzkirina gelek rêyên li rojavayê Kobanê ji bo qîrkirinê bi dawî bûn, rêyên li gundewarên rojavayê hatin sererastkirin, projeyên kanalîzasyonê li taxa Botan a rojhilat û reşandina dermanên kelmêşan bi dawî bûn.

Li Girê Miştenûrê ya Kobanê mezintirîn projeyên komîteya şaredariyan a kantonê ya avakirina hawiza avê tê avakirin. Di Cotmeha par de hate destpêkirin. Firehiya wê hezar û 400 metrekab e û lêçûna wê 222 hezar dolar e.

GUNDEWARÊN GIRÊ SPÎ

Li gundewarên Girê Spî, girîngiya xebatê sererastkirina rêya Eyn Îsa-Hîşe, Sebi Cefar-Gork ên navçeya Eyn Îsayê ne. Dê gelek proje jî werin avakirin; leckirina boriyan li ser rêyên Qertel-Bîr Hebeş, Bexdik-Îdane, Benderxan-Metîne, Qertel-Benderxan û rêya Îdaniyê, ji wê zêdetir jî dê rîgar li ser rêya Hirob-Cende û rêya Benderxan –Hirob werin avakirin.

Li ser xebata şaredariyên gel û projeyên xizmetguzarî, hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê Fewaz Ehmed wiha got: "Şaredariyên gel zêdetirî projeyeke xizmetguzarî li herêma Firatê pêk tînin. Ji wan projeyan ên îsal, bidawîkirina hawizek li Girê Miştenûrê ye, dê ava vexwarinê bigihîne taxên derdora gir. Ji ber ku ew tax êşên gihandina ava vexwarinê dikişînin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê avakirin dereng bû û dê qonaxa duyemîn a dawî di demeke nêz de dest pê bike."

MINBIC

Di destpêka Tebaxê de, şaredariya gel û komên wê derbasî qonaxeke mezin a plana xizmetguzariyê bûn. Ew jî li gorî pêwistiyan ku şênî bi rêya komîn, xet û meclisên bajêr pêşkêş bikin.

Li gorî hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Xalid Îbrahîm, wana lîsteyeke lêkolînê ji bo pêkanîna projeyên 2023′yan amade kiriye.

Projeyên qîrkirinê yên niha pêk tên; kolana Hikme, kolana Edos, cihên niştecihên li aliyê piştî Nexweşxaneya Hikme, taxê Ceyş El Şebî, rêya di navbera Otostar û taxa Hezawine, kolana li taxa Serb, taxa Erbe Kêlo û taxa Rêya Cezîrê.

Îbrahîm destnîşan kir ku ji şertên pêkanîna van projeyan, qalindbûna qîrê 6 cm be û li gorî pileyên germahiyê di navbera 125 û 135′an de be.

Îbrahîm diyar kir ku pêkanîna zelalbûnê bendekî bingehîn a xebatên Şaredariya Gel a Minbicê ye û dê ji gel re xebatên şaredariyê ku 2023′yan pêk bînin aşkera bikin; nirxandina darayî ku rêveberiyê erê kiriye ku nêzî 250 hezar dolar ji bo qîrê, 100 hezar dolar ji bo projeyên qîrkirinê û 71 hezar dolar ji bo projeya kanalîzasyonê.

Îbrahîm anî ziman ku ew hewl didin li tevahî taxên bajêr projeya kanalîzasyonê pêk bînin; ji navenda bajêr heta bi taxên şaxî.

Xalid Îbrahîm di dawiyê de bang li şêniyên Minbicê kir ku tiştên şaredariya gel pêşkêş dike biparêzin û bang li welatiyan kir beriya rê tên qîrkirin kolandina xetên avê û kalanîzayonê bi dawî bikin, da ku qîr neşike û kolandin çênebe.

(fr)

ANHA