Rêveberiya Xweser: Birayra birîna cezayan li serçeteyan gaveke erênî ye

Rêveberiya Xweser biryara DYA'yê ya birîna cezayan li serçeteyan wekî gaveke erênî ber bi pêkanîna edaletê ve nirxand û got, edalet ew e ku hemû sûcdar sewqî dadgehên navneteweyî yên cezayan bên kirin û dagirker ji herêmên dagirkirî werin derxistin.

Rêveberiya Xweser: Birayra birîna cezayan li serçeteyan gaveke erênî ye
18 tebax, 2023   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî cezayên  ku DYA'yê dane hin berpirsên komên çete yên li Efrînê daxuyanî da malpera fermî ya Rêveberiya Xweser.

Daxuyaniya Bedran Çiya Kurd wiha ye: "Em biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya birîna cezayan li hinek fermandarên komên çete yên ku sûcên şer pêk anîn û Kurd ji Efrînê koçber kirin, pêşwazî dikin. Em vê biryarekî wekî gaveke erênî ber bi pêkanîna edaletê ve dibînin. Lê ev biryar têrê nakê ku tevahî mafên şêniyên Efrînê pêk bîne û rewşa aloz bi dawî bike.

Li gel sûcdarên ku ceza li wan hatine birîn, bi sedan fermandarên wan koman hene ku destên wan di kiryarên terorî, sûcên şer, qetilkirin, talankirin,  dîlgirtin, revandin, bazirganiya bi mirovan û hişbirê de hene.

Ji ber rewşa aloz,  lazim e komîteyeke navneteweyî ya lêkolînê bi lez ji bo herêmên dagirkirî, bi taybet ji bo Efrînê were şandin. Edalet ew e ku hemû sûcdar û kesên destên wan di sûcan de hene sewqî dadgehên navneteweyî yên cezayan bên kirin, ji ber ku sûcên kirine dighêje asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Hiştina  sûcdaran bê cezayan wê bandorên nêrênî bi xwe re bîne û dê aloziyê kûrtir bike. Raya giştî ya Efrînê bi fikar e ku çete tolê hilînin, lew ra pêkanîna edaletê ji bo qurbaniyan û danîna sînorekî ji desthilatên li ser sivîlên bêguneh pêwîstiyek e.  

Bêyî bidawîkirina tevahî cûreyên dagirkeriyê, bêyî derxistsina tevahî komên terorîst û tundraw, her wiha bêyî avakirina mercên vegera ewle ya tevahî koçberên ku bi darê zorê ji warê xwe derketine, ne pêkan e ku edalet pêk were û ewlehî li wan herêman were mîsogerkirin.

Civata navneteweyî berpirsê tevahî bûyerên ku li herêmên dagirkirî diqewim e. Ji bo parastina mafên mirovan û rûmeta wan, ji civata navneteweyî tê xwestin ku qanûnên ku derxistina pêk bîne."

(bb)