Cenazeyê şehîdê TEV-DEM'ê Cemîl Hebîb hat veşartin

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamê TEV-DEM'ê Cemîl Hebîb li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

Cenazeyê şehîdê TEV-DEM'ê Cemîl Hebîb hat veşartin
Cenazeyê şehîdê TEV-DEM'ê Cemîl Hebîb hat veşartin
Cenazeyê şehîdê TEV-DEM'ê Cemîl Hebîb hat veşartin
Cenazeyê şehîdê TEV-DEM'ê Cemîl Hebîb hat veşartin
18 tebax, 2023   17:50
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û saziyên sivîl jî di nav de, bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê enadamê TEV-DEM'ê Cemîl Hebîb li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê. Cemîl Hebîb dema li ser karê xwe bû, roja 14'ê Tebaxê di encama krîza dil de şehîd bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn axivî û got: "Bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê em bejna xwe li ber malbata şehîd Cemîl Hebîb û tevahî malbatên şehîdan ditewînin."

Emîn ku hevrêyê şehîd Cemîl anî ziman ku şehîd Cemîl di sala 1985'an de  Rêber Abdulla Ocalan nas kir, di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de kar kir û karîbû mohra xwe li têkoşîna azadiya Kurdistanê de bide. Her wiha got: " Şehîd Cemîl roleke girîng di tevahî saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser de lîst. Şehîd Cemîl Hebîb mînaka welatparêzî û yek sembolên girîng e."

Bi navê malbata şehîd Cemîl, kurê wî Eqîd Hebîb wiha got: "Bavê min her tim behsa şehadetê û wateya wê ya mezin dikir. Vaye tev li karwanên nemiran bû ku hêviya wî ya herî mezin bû. Şehadeta wî ji bo welat bû. Bavê digot, ji bilî kesên ku ji bo azadiya gelê xwe û doza tê dikoşin, tu kes nikare bighêje asta şehadetê."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Cemîl Hebîb hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA