Projeya Komeleya Stêrk armanc dike tevahî zarokên Sûriyeyê hembêz bike

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastin Mafên Zarokan ji bo xilaskirina zarokan ji bandorên neyînî yên şer û perwerdekirina wan hatiye vekirin. Komele tevî hin rêxistinên din armanc dike ku xebatên xwe ji bo zarokên li tevahî bajarên Sûriyeyê pêş bixin.

Projeya Komeleya Stêrk armanc dike tevahî zarokên Sûriyeyê hembêz bike
18 tebax, 2023   05:46
QAMIŞLO

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastin Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6`ê Tebaxa 2023`yan bi armanca bidawîkirina tundiya li ser zarokan û şopandina mafên zarokan, di bin dirûşmeya “Her zarokek stêrkeke” hat avakirin. Komele bi alîkariya Roja Sor a Kurd ya Swêdê, li bajarê Qamişloyê hat vekirin.

Berdevka Komeleya Stêrk Cûliya Xelo têkildarî armanca vekirina komeleyên û armancên wan ên dema pêş ji ajansa me re axivî.

Cûliya Xelo diyar kir ku zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê di rewşekî zehmet de dijîn û got: “Zirarên li herêmê ji ber êrîşan zirarê dibînin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Bi taybet li herêmên dagirkirî bandoreke pir xerab li ser derûniya zarokan çêdibe.”

Cûliya têkildarî pêwîstiya vekirina komeleyê jî ev tişt anîn ziman: “Komele bi alîkariya Roja Sor a Kurd ya Swêdê ji bo şopandin û parastina mafên zarokan hat avakirin.”

Cûliya diyar kir ku bi sedema êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, bandoreke pir mezin li ser psîkolojiya zarokan çêdibe û wiha dom kir: “Li ser vê bingehê ji bo avakirina cihên tewdiya derûnî yên zarokan, em hewl didin di dema pêş de projeyan pêş bixin.”

Cûliya ji bo armancên wan ên dema pêş jî, eşkere kir ku ew ê kar û xebatên xwe li ser asta Sûriyeyê berfirhtir bikin û ev agahî parve kirin: “Em tevî gelek saziyên têkildarî mafên zarokan hewl didin ku hevbeş kar û xebat bimeşînin û projeyên berfireh pêş bixin. Ev proje dê li ser asta Sûriyeyê bin. Komele dê ji bo zarokan xebatên hunerî û çandî jî pêş bixe.” Cûliya da zanîn ku armanc dikin li tevahî bajarên Sûriyeyê navendên xwe vekin.

Culiya destnîşan kir ku ji bo zarok xeyal û armancên xwe pêk bînin, ew hewl didin bibin bingehekî baş, her wiha ew hewl didin çalakiyên mîna şahî, mîhrîcan, perwerdeyên malbatî û yên zarokan jî pêk bînin, serdana malbatan bikin.

(he/c)

ANHA