Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bi giyanê 15`ê Tebaxê em ê bi ser bikevin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku guleya yekemîn a şehîd Egîd tariya ku gelê Kurd û Kurdistanê tê de bû, xilas kir û got 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ji bo Şoreşa Rojava û tevgerên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê zemîneke saxlem e.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bi giyanê 15`ê Tebaxê em ê bi ser bikevin
18 tebax, 2023   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên seranserî cîhanê Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê pîroz kir.

Ajansa me nêrînên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê vê boneyê de girtin.

Welatiyê bi navê Fethî Elî yê ji kantona Kobanê got: “Gelê me bi pêşengiya şehîd Egîd li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û em jî salane vê roja pîroz pîroz dikin.”

Elî wiha zêde kir: "Pêngava 15'ê Tebaxê bû bingeha Şoreşa Rojava û tevgerên siyasî yên li parçeyên din ên Kurdistanê, divê em bi wê israrê ji bo pêkanîna armancên xwe têkoşîna xwe bidomînin."

Her wiha, welatiya bi navê Emîne Yasîn got: "Eger ez bikarim ez ê navê 'bihara gelan' li roja 15'ê Tebaxê bikim, Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî bûye hêzeke rêxistinkirî ku mafên Kurdan diparêze. Îro ew çiyayên Kurdistanê diparêzin û gelê me yê Rojava jî ji hemleya qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker parast."

Der barê heman mijarê de welatiyê bi navê Îsmaîl Şêxo destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê gelê Kurd ji xewek giran şiyar kir û rêya rizgariyê li ber vekir û got: "Em îro bi saya Pêngava 15'ê Tebaxê û berxwedana gerîla ya çiyayên Kurdistanê dijîn, heta rizgarkirina Kobanê jî bi saya Tevgera Azadiya Kurdistanê bû."

Welatiya bi navê Cîhan Bozo destnîşan kir ku fîşeka yekem a şehîd Egîd, Kurd ji tariyê xelas kirin û got: "Em êdî bûne xwedî îradeyeke azad in bi saya fedakariya şehîdan, bi saya 15'ê Tebaxê gelê me rêxistin û jiyana azad nas kir."

Malbatên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê ji ajansa me re axivî.

Malbatan anîn ziman ku bi pêşengiya fermandar Egîd têkoşîna gel a li hember dijim zêdetir bûye. 

Dayika şehîd Xabûr Şoreş, Nîhel Îsa diyar kir ku têkoşîna bi Pêngava 15’ê Tebaxê re çêbû, berdelên mezin jê re hatin dayîn û got: “Em ruhê berxwedanê yê ku di encama van berdêlan de hatiye afirandin, her roj dibînin. Em bi vî ruhî tê dikoşin û li ber xwe didin. Têkoşîna li çiyayên Kurdistanê yê bi ruhê heval Egîd tê meşandin moral û coşeke mezin dide me. Her wiha Pêngava 15'ê Tebaxê hişt gel bigihêje vê rojê û bi têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê bisekine.”

Her wiha xwişka şehîd Nîdal û Welî, Kîfeh Bekir diyar kir ku 15'ê Tebaxê gava herî mezin a dîroka gelê Kurd e û got: “Dema ku şehîd Egîd guleya yekemîn diteqîne, gava herî mezin tê avêtin. Ji 15'ê Tebaxê ve gelê Kurd her tim gavên nû ji bo projeyên xwe diavêje. Em gel jî bi ruhê 15’ê Tebaxê li dijî dijmin hemû êrişan û siyaseta wê, em ê têk bibin.”

Bavê şehîd Mihemed, Salahdîn Bilal jî got: "Em gelê Efrînê Pêngava 15'ê Tebaxê li tevahî gelê xwe û şervanên xwe û li Rêber Apo pîroz dikin. Ev guleya yekem ku fermandar Egîd di dilê dagirkeriyê de teqandiye, hiştiye tevahî gelên cîhanê bi hebûna Kurd û Kurdistanê bizanin û hiştiye mafê gel bê parastin û bê vejandin.”

'DOZA KURDÎ ZINDÎ KIRIN'

Şêniyên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê civaka kurdî hişyar kir û piştrast kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji hemû partî û şoreşên kurdî yên din cudatir bû.

Mihemed Zekî Osî yê ji gundê Etebê yê Tirbespiyê got: "Min di 1981'an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir, wê demê Pêngava 15'ê Tebaxê hêviyên dewleta Tirk a dagirker ên bidawîkirina doza Kurdî têk birin."

Welatiyê bi navê Ebdurehîm Hiso yê ji gundê Leylanê yê Tirbespiyê wiha axivî: "15'ê Tebaxê rastiya gelê Kurd bi temamî guherand."

Welatiya bi navê Xalsa Hacî ya ji gundê Dêrikê wiha axivî: "Ev pêngav ji bo gelê Kurd pîroz e, ji ber ku wê mafên gelê Kurd derxistin holê û di serî de mafên jinan ku di encamê de jinan xwe bi rêxistin kir."

Munîce Heyder a ji Qamişloyê destnîşan kir ku pêngav qonaxa îsbatkirina nasnameya kurdî bû, ji ber wê jî ew roj bû rojbûneke nû ku ji wê demê de berxwedan û têkoşîna me didome.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sqr-MkFBvIQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>