El Cibûr teqezî bi jihevxistina Dîfa Wetenî kir

Êla El Cibûr a erebî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ew pabendî daxwazên xwe yên jihevxistina Dîfa Wetenî ne.

El Cibûr teqezî bi jihevxistina Dîfa Wetenî kir
17 tebax, 2023   19:44
HESEKÊ

Êla El Cibûr ji destpêka aloziya ku di 13`l Tebaxê de dest pê kiriye, îro bi beşdariya êl û rûspiyên kurd û ereb, daxuyaniyek da. Şêx Ebdulezîz El Mislet daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî ku qebîleyê bi hemû êl û eşîr û beşên civakê re civiya daxwaza xwe teqez kir, ku divê zulm bi dawî bibe û fermandarê milîsên Dîfa Wetenî ji herêmê derkevin û bi temamî ji hev bixin."

El Mislet piştrast kir ku eger daxwaza wan neyê bicihkirin dê êl bertekên hişk nîşan bide û dibe ku encamên xerab bîne.

(mh/şx)