MIT'a Tirk malbateke Kurd li Ezaza dagirkirî revand

MIT'a dewleta Tirk a dagirker malbateke Kurd li Ezaza dagirkirî revand. Di nav wan de zarok hene.

MIT'a Tirk malbateke Kurd li Ezaza dagirkirî revand
17 tebax, 2023   19:20
ŞEHBA

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyekî girtine, MIT'a dewleta Tirk a dagirker malbateke Kurd ji gundê Ibêdanê yê navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî li rêbendeke kontrolê ya "Şet" a li Ezazê revand.

Heman çavkanî diyar kir ku kesên revandî ev in: "Dayik: Leyle Aslan Mihemed (43), bav: Nîdal Horîk Heftaro (50), kurê wan Şêrzad Heftaro (14) û keça birayê Nîdal, Hêvran Yûsif Heftaro (14)."

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku ev revandin berê plankirî bû û ew malbat ji bo cihekî nediyar hatiye birin û tu agahiyên din nehatin bidestxistin.

(mh/şx)