QSD: Êrişa li dijî sembolên civakî tehrîda nefretê dike

QSD′ê diyar kir ku êrişa li dijî sembolên civakî û neteweyî kiryareke dermirovî û sûcê nefertê ye û gefan li mozaîka civakî ya herêmê dixwe.

QSD: Êrişa li dijî sembolên civakî tehrîda nefretê dike
17 tebax, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokrtîk (QSD) Ferhad Şamî der barê bûyerên dawîn ên li Hesekê de axivî.

Şamî wiha got: "QSD′ê bûyerên di çend rojên borî de li Hesekê, ji ber êrişa li dijî yek ji sembokên civakî û neteweyî yên herêmê şêxê eşîra El Cibûr Ebdulezîz El Muselet rû dane, şopandin. Her wiha piştî wê hewldanên şantajkirina li dijî welatiyên eşîrê jî şopandin."

Şamî wiha domand: "Sûcê êrişa li dijî şêx El Muselet şêweyên derexlaqî yên kînê ne. Hêzên me diyar dikin ku ev kiryar dûrî exlaq û urfên civakî ne û dibin sedema nefretê, gefan li mozaîka civakî ya herêmê dixwin. Em van red dikin û teqez qebûl nakin."

Şamî wiha pê de çû: "Hêzên me got divê rêz ji tevahî sembolên civakî re bê girtin û bang li tevahî şêniyan dikin ku ji fitneyan hişyar bin û nekevin xefika hewldanên şantajê."

Li Hesekê di 13′yê Tebaxê de ji ber êrişa berpirsê milîsên Dîfa El Wetenî û komeke wê li dijî yek ji rûspiyên êla El Cibûr nakokiyek di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenê yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li derdora cargoşeya ewlehî ya li bajêr de çêbûn. Di encamê de endamên êlê bi hêrs bûn, serferberî ragihand û berê xwe da cargoşeya ewlehiyê û israr kir ku Dîfa El Wetenî were rakirin.

(fr)